00:10 18 Mijdar 2017
Zindî
    Dîwar - Rojava - sînor

    Tirkiye li sînorê Rojava dîwarekî din ava dike û hêza leşkerî bi cih dike

    © REUTERS/ Umit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 6203

    Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyeyê dîwarekî din li ser sînorê navbera xwe û Rojava ava dike û hêza leşkerî li wir bi cih dike.

    Parlamentoya Iraqê
    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Li gorî nûçeya K24ê ku dispêre çavkaniyekî ji bajarê Efrînê û ragihand ku artêşa Tirkiyeyê dîwarekî din li ser sînorê ji gundê Sorkê û ta bi gundê Edama yên navçeya Raco ava dike û cihên topxane û hawanan jî li ser wî sînorî amade dike.

    Wek tê zanîn beriya niha jî artêşa Tirkiyeyê li gelek navçeyên sînorî yên di navbera xwe û Rojava de dîwar ava kiribûn û hêzeke zêde jî kom kiribû û li hin navçeyên Efrînê jî darên zeytûnan hilkiribûn.

    Ji aliyê din ve Tirkiyê her car dibêje ew amadekariya operasyoneke leşkerî li dijî YPGê li Efrînê dike. Ji bêhtirî mehekê ve ye jî Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê û bakurê Helebê dide ber topan.

    Bi heman mijarî:

    Dîwarê salona dawetê hilweşiya: 24 mirî û 26 birîndar
    Tirkiye: Avakirina dîwarê li ser sînorê Sûriyeyê temam bû
    Peyama 8ê Adarê li Moskowayê li ser dîwarê Kremlînê hat teyisandin
    Spûtnîkê dîmenên dîwarê ku Tirkiye li sînorê Sûriyê ava dike tomar kir
    TOKİ: "Em ê dîwarê sînor ê Sûriyeyê di nava 2-3 mehan de biqedînin"
    CHPê, belgeyên perêyê ku AKPê dabû lobiya yahudî bi dîwarê meclisê vekir
    Etîketan:
    Çêkirina dîwarê sînor ê navbera Tirkiye û Sûriyeyê, YPG, Artêşa Tirkiyeyê, Rojava, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de