14:29 22 Îlon 2017
Zindî
    Orhan Miroglu

    Mîroglu: AKP li herêmê lawaz bibe, dê aqûbeta hilbijartina Hezîranê dubare bibe

    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 11401

    Parlamentarê AK Partiyê yê Mêrdînê Orhan Mîroglu li navçeya Nisêbînê bi saziyên sivîl re civîya. Mîroglu got, ji xeynî baweriya gel a bi dewletê, divê saziya siyasetê baweriyê bide gel.

    Mîroglu di civînê de bal kişand ser ku pêwîst e hêza AK Partiyê li herêmê (li nav bajarên kurdan) were bihêzkirin û got: "Ger ev lawaz bibe, wê çi bibe? Di hilbijartinên Hezîranê de (7 Hezîran 2015) çi hatibe serê me, bawer bikin wê dîsa wisa bibe."

    Parlamentarê AKPê li ser mijarê wiha axivî: "Em hemû rûbirûyî endîşeyeke mezin bûn. Ji sedî 80yê gelê herêmê heta alîgirên AK Partiyê jî dixwestin HDP bikeve parlamenê. Tekane sedema vê, bila aştî were, aramî were, bila bi vedana bombeyan li çiyayan li çareseriyê negerin, derfetên siyasetê bikar bînin û li gor hêza xwe hemû derfetên parlamenê bikar bînin bû. Gel ji bo vê yekê xwest ew nûnertiyê li parlamenê bikin."

    'TI CARAN SIYASET Û DEMOKRASÎ NEKET ROJEVA WAN'

    Mîroglu got ku piştî ketine HDPê ya parlamenê bi awayekî lezgîn pêvajoya şer dest pê kiriye û ‘ti carî berfirehkirina sînorên siyasetê, demokrasî û mafan neketiye rojeva wan hevalan' ku derfeta hewildana bo daxwaziyan çênebûye.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Rageşîya li Idlibê ya navbera grubên çekdar ji bo hemû dinyayê gef e’
    PDK û YNK ji bo çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê dicivin
    Zanyaran gefa herî mezin a ser tenduristiyê eşkere kir: Tenêtî
    Heşda Şebî dema operasyona Telaferê ragihand
    ‘Tirkiye, ji bo YPGê piştgiriya xwe ya Dijberiya Sûriyeyê birî'
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de