11:46 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Îşkence

    Dimenên îşkenceya li gundiyê Şemzînanê!

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 29301

    Li gundê Şapatanê yê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di serdegirtina malan de gelek kes hatin desteserkirin. Gundiyê ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda diyarkir ku leşker û polîsan hemû gundî derxistine derve û li wan îşkenceyê kirine.

    Li gundê Şapatanê yê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî pevçûna duh ku polîsekî hatibû kuştin, îro di seatên serê sibê de leşker û polîsan avêt ser malan. Gundiyê ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda têkildarî bûyerê ji ajansa Sputnik Kurdistanê re eşkere kir ku di serdegirtina malan de gundî rastî îşkenceya leşker û polîsan hatine û wiha axivî: "Hemû gundî bi îşenceyê ji malê derxistin û li nava gund bi jop û daran îşkence li wan kirin. Hemu gundî birîndar bûn. Piştî îşkenceyê nêzi 40 gundî hatin desteserkirin. Hinek ji wan serbest berdan û nêzî 15 kes jî hêj dibin çavan dene. Hemû gund rastî îşkenceyê hatin."

    Welatiyên ku rastî îşkenceyê hatin
    © Sputnik/
    Welatiyên ku rastî îşkenceyê hatin

    ‘LI ME XWEDİ DERKEVIN'

    Dimenên ku nuçegihanê Sputnikk Kurdistanê bi destxist îdeya îşkenceyê rast dike. Gundiyê Şapatanê wiha berdewam kir: "Ev bûyerek girînge lê ti ajansa nedan. Heger îro em bimrin haya kesî ji me çênabe. Ev zilmek mezine. Bila hemû mirov vê îşkenceyê bibînin û li me xwedî derkevin. Ji bo gundê me dibêjin ‘gundê gawir' ka me çi kirîye?"

    Welatiyên ku rastî îşkenceyê hatin
    © Sputnik/
    Welatiyên ku rastî îşkenceyê hatin

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevan Kizilkaya: "Li Girtîgeha Silivriyê îşkence li min kirin"
    Serdana raportorê îşkence yê NYyê ji hêla Tirkiyê ve hate lipaşxistin
    Leşkerên tirk îşkence li 6 ciwanên rojavayî kirin
    Artêşa Azad a Sûriyeyê îşkence li endamên HSDê kirin
    Li Cizîrê wehşeteke din: Ewil hate kuştin, paşê li laşê wê îşkence kirin
    Etîketan:
    polîs, leşker, îşkence, Sputnik, Colemêrg, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de