13:53 26 Îlon 2017
Zindî
    Vehbi Sincar - barhilger

    Barhilgirê 75 salî: Xeyalê min di pevçûnan de têk çûn û ‘ ti xeyalên min nema ne'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 34810

    Kalê 75 salî Vehbi Sincar ku ev 30 sale li navçeya Sûra ya Amedê barhilgiriyê dike û bi wesayîta ku weke bi navê kaşkaşk tê bi navkirin bar dikşîne û debara mala xwe dike. Kalê 75 salî diyar dike ku şer û pevçûnên li navçeya Sûrê xeyalên wî şkestine.

    Navçeya Sûra Amedê bi çirokên balkêş yên mirovan baldikşîne. Niştecihên Sûrê gelek jê di salên 90î de an gundên wan hatîye şewitandin an jî ji ber xizaniyê koçkirine. Her wiha ev navçeya dîrokî herdem deriye xwe ji gele xizan re vekiriye û ji bo wan bûye stargehek. Piştî pevçunên dema qedexeyên derketina derve koça duyemîn destpêkir. Xaniyên wan hat xerakirin û neçar man dîsa koç bikin. Hinek ji wan jî carek di li kolanek cuda ya Sûrê bi cîh bûn. Yek ji wan jî kalê Vehbi Sincar e. Kalê 75 salî çîroka xwe ji ajansa Sputnikk Kurdistan re vegot. Kalê Vehbî ji Omerîya ya Mêrdinê koçî Sûrê kirîye û 30 sale li vir barhilgiriyê dike. Bêrê bi werîs bar hildigirt û piştî demek di wesaita ku weke kaşkaşkê tê bi navkirin kirî.

    XEYALA Wİ YA MEZIN DI PEVÇUNAN DE TÊK ÇU!

    Bi salan xebitî û ji bo pêşeroja zarokên xwe bi pereyên ku bi keda salan qezenc kir li Sûrê xanîyek kirî. Tenê xeyala wî jî ew bu û xeyala xwe bi cih anî. Lê ev zêde domnekir. Çend sal şunde li Sûrê qedexeye derketina derve û pevçunan destpêkir. Kalê Vehbi 40 rojan mala xwe terk nekir. Piştî ku pevçûn giran bûn neçar ma ku derkeve. Di vê demê de bi rojan li otelan ma. Piştî pevçûn bi dawî bun û operasyon xilas bûn xwest ku vegere mala xwe, lê destûr nehat dayîn û di demek nezde xaniyê wî jî weke yê gelek mirovan hat xerakirin. Her wiha ew xeyala wî jî xera bu. Kalê Vehbi dibêje ku "Tiştên me tev di xanî de man. Me hinek derxist lê yên ku me derxist jî bêkêr bûn. Ji bo zirara me jî nêzi 5 hezar TL dan me."

    ‘SÛR MALA MI NE'

    sûr
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Piştî xaniyê wî hat xerakirin kale Vehbi dîsa li Sûrê xaniyek bi kirê girt û ew zarokên xwe li wir dijîn. Pirsên me bi devkeniyekê di bersivanîne û wiha dibêje "Sûr mala mi ne. Ez nikarim ji bilî Sûrê li cihekî di bijîm. Carcaran li kolanên di kar derdikeve lê ez naçim. Ez ji bilî Sûrê nikarim li cihekî di bixebitim." Cilê kalê Vehbi bi paqijbuna xwe bale dikşîne. Li ser pirsa me sedema wê wiha anî ziman "Ez barhilgirêm lê ez ne mihtacim. Ez bi keda xwe li ser lingê xwe me. Her sibeh dema radibim ez cilê xwe ûtî dikim û wiha derdikevim kar."

    ‘EZ NAXWAZIM DEWLEMEND BIBIM'

    Kalê Vehbî bavê 6 zaroka ne û niha ew, hevsera xwe û 2 kurê xwe li Sûrê di xaniyê kirê de dimînin. Her sibeh ji malê derdikeve û dibêje ku "Rojê 30 TL qezenc dikim. Bi wan pereyan ez fêki û xwarinê dibim malê. Hinek roja kar tune û ez dest vala vedigerim malê." Kalê 75 li ser pirsa me ya "Di vî temenî ev kar ji bo te ne girane?" wiha axivî: "Edî ez hînbûme. Ez nexebitim em ê birî bimînin. Ez naxwazim mihtacî kesî bibim." Pirsa me ya "Ji bo pêşerojê ti xeyalên te heye?" jî wiha bersivand "Ti xeyala mi tune. Pereyê ku ez qezenc dikim pê goşt, firingî û beqlewe jî tê. Têra me dike. Ez naxwazim dewlemend bibim. Ji bo çi û çima ez dewlemend bibim. Ez rewşa yên dewlemend dibinim. Ez naxwazim dewlemend bibim."

    Bi heman mijarî:

    "Tazmînata ku dewlet dide mexdûrên Sûrê têra tiştekî nake..."
    Li navçeya Sûrê 14 avahiyên dirokî dê bên restorekirin
    Koçberên Sûrê: Di xanîyekî de 20 kes dijîn
    Qeyûmê Şaredariya Sûrê 25 kes ji kar derxistin
    Li Amedê destpêka çalakiyên 8ê Adarê li Sûrê hat dayîn
    Etîketan:
    xeyalşkestî, pevçûn, şer, Sputnik, Vehbi Sincar, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de