12:49 25 Îlon 2017
Zindî
    A fighter from the Kurdish People Protection Unit (YPG) poses for a photo at sunset in the Syrian town of Ain Issi, some 50 kilometres north of Raqqa, the self-proclaimed capital of the Islamic State (IS) group during clashes between IS group jihadists and YPG fighters on July 10, 2015

    Malbata YPGyiyê brîtanî ku Tirkiyeyê ew girtibû: Em dixwazin agahiyan ji kurê xwe bigirin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1600

    Malbata Joe Robinsonî yê brîtanî ku li Tirkiyeyê bi gumana terorîzmê girtiye ji rojnameya Guardinê re axivîn. Dayîka Robinson diyar kir ku kurê wê bêgunehe û di derbarê wî de jî ji Tirkiyeyê ti agahî wernegirtine, "Bi çi tê sûcdarkirin, rewşa wî çawaye û dîroka dadgehê jî hatiye diyarkirin an ne jî nizanin."

    Li gorî nûçeya BBC tirkî Joe Robinson ê 24 salî û destgirtiya wî ya bugar Mira Rojkan û dayîka wî Sharon Robinson li navçeya Didimê ya bajarê Aydinê li otele hatibûn desteserkirin.

    Piştî jêpirsîna 6 rojan destgirtî û dayîka wî hatibûn berdan û Joe Robinson jî bi hinceta ‘Endamê rêxistinê ye' hatibû girtin.

    Di nûçeyê de hate ragihandin ku Robinson di sala 2015an de beşdarî hêzên kurd ên li Rojava bûye, hatiye girtin.

    ‘EGER JI REWŞA LI TIRKIYEYÊ AGARDAR BÛYA NEDIÇÛ TIRKIYEYÊ'

    ​Sharon Robinson 48 salî di daxuyaniya xwe yê li gel rojnameyê de destnîşan kir ku nizanin kurê wê bi çi sûcê hatiye girtin û wiha pê de çû:

    "Ez tenê ji kurê xwe agahî dixwazim werbigirim, em dîroka dadgehê hêj nizanin, em nizanin d içi rewşê de ye. Bi pirsî em çawa pere hevdîtin bikin, lê me ti bersiv nestand. Di derbarê rewşa li Tirkiyeyê de haya me ji ti tiştî tinebû, eger wisa buya Robinson nediçû Tirkiyeyê betlaneyê."

    ​Lê parêzerê wî, Kaya Kayaoglu ragihand ku Robinson li girtigeha Aydinê ye û rewşa wî jî baş e. Di derbarê dîroka dadgehê de jî hêj ti haydarî tine ne. Parêzer destnîşan kir ku îddanameya di derbarê Robinsin de dibe bi meha dewam bike.

    Hate eşkerekirin ku Robinson di sala 2012an de bo alîkariya tenduristiyê ji aliyê Artêşa Brîtanyayê ve şandine Afxanistanê.

    ​Leşkerê birîtanî piştre jî li Rojava beşdarî Yekîneya Parastin a Gel (YPG) bûye û li wir alîkariya tenduristiyê da ye. Hate gotin ku Robinson meheke li wir maye û piştre jî beşdarî hêzên Pêşmerge bû ye.

    Bi heman mijarî:

    YPG hişyar kir: Tirkiyeyê nesekine em ji Reqayê vedikişin
    ENKS: Me got PYD-YPG ne rêxistina terorê ye
    YPG: Li Reqayê pişta DAIŞê hat şkandin
    YPG: DAIŞ li Reqayê sivîlan bi kar tîne
    YPG: Amadekarîyên Tirkiyê yên ser sînorê Sûrîyê 'ragihandina şer' e
    Tirkiye: Divê YPG li Efrînê nemîne
    Etîketan:
    girtî, YPG, BBC tirkî, Joe Robinson, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de