23:09 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Demirtaş: Tevahiya Tirkiyê ne Erdogan û Bahçelî ye, em jî hene

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 9210

    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş ji bo piştgiriya ‘Nobedariya Wijdan û Edaletê’ ya li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê peyamek weşand.

    Demirtaş di peyama xwe ya ku ji girtîgeha Edirneyê şandiye de got, ‘Tevahiya Tirkiyê ji Erdogan û Bahçelî pêk nayê. Em jî li Tirkiyê hene.'

    'YA ME BI HEV GIRÊ DIDE NE TIRKÎTÎ Û KURDÎTÎ YE…'

    Hevserokê HDPê di peyama xwe de wiha got: "Ya ku li Tirkiyê me bi hev ve girê dide; ne Tirkîtî û Kurdîtîya me ye; herwiha ne elewîtî û sunîtî me û çepgirî û rastgiriya me ye. Tenê demokrasiyeke bihêz a ku wekhevî, azadî û aştiyê werîne dikare me hevgirtî bihêle."

    'EM HEMÛ TIRKIYE DEST BIDIN HEV Û DAHATUYÊ QEZENÇ BIKIN'

    Demirtaş herwiha da xuyakirin, "Tevahiya Tirkiyê ji Erdogan û Bahçelî pêk nayê. Li Tirkiyê em jî hene. Em yên ku hewil didin me bi tune bihesibînin bi tenêbûn û şermînîya wan re rûbirû bihêlin, em hemû Tirkiye dest bidin hev û dahatuya xwe qezenç bikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji hemû parlamentarên Kurd re nameyên piştgiriya referandûmê hatin şandin
    ‘YPGê û Hikûmeta Sûriyê ji bo vekirina rêya Efrîn û Helebê li hev kir’
    Li Colemergê şer: Polîsek hat kuştin, yek jî birîndar bû
    Li balafirgeha Stenbolê şer û pevçûn: 70 kes bi hev ketin
    Rûsyayê bertek nîşanî YEyê da: biryar siyasî û nehiqûqî ye
    Serokatiya Herêma Kurdistanê ew nûçe derewand
    Wezîra kurd ji hemwelatîbûna Tirkiyeyê derdikeve
    Etîketan:
    Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de