23:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyê TBMM

    Ji hemû parlamentarên Kurd re nameyên piştgiriya referandûmê hatin şandin

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 13820

    Însîyatîfa Pîştgîrîya Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê ku li Amedê damezirindina xwe ragihandibû, ji bo hemû parlamenterên Kurd ên li parlamentoya Tirkiyê name şand.

    YNK - Mela Bextiyar - Kosret Resûl - Sedî Pîre
    © Foto: Malpera fermî ya YNKê
    Înîsîyatîfa Piştgiriya Referandûma Herêma Kurdistanê bi komxebatekê li 15ê Tîrmeha 2017an dest bi kar kiribû.

    Înîsîyatîfê berî niha dabû xuyakirin ku ew dê ji bo piştgiriya referandûma 25ê İlonê ji hemû parlamentarên Kurd ên li Parlamentoya Tirkiyê kar dikin re nameyan bişînin.

    'PIŞTGIRIYA REFERANDÛMÊ PIŞTGIRIYA ÇARESERKIRINA PIRSA KURD E'

    Di nameya Înîsîyatîfê ya ku ji parlamentaran re hatiye şandin de hat gotin: "Her piştgiriyeke ji bo referandûmê, di heman demê de piştgiriya pêkanîna aramî û ewlekariyê ye, piştgiriya çareserkirina pirsa kurd e, bi rêya diyalog û demokrasiyê."

    'REFERANDÛM MAFEKÎ REWA YÊ BI HIQÛQA NAVNETEWÎ HATIYE PARASTIN E'

    Însîyatîfê di nameyê de destnîşan kir: "Di mercên wiha de tiştekî siruştî ye, ku Herêma Kurdistanê ji bo parastin û desteberkirina hebûn û paşeroja xwe rêyekê din bigere. Ji ber vê yêkê jî encamdana referandumê ji bo diyar kirina paşeroja xwe mafekî rewa ye û ji aliyê hiquqa navneteweyî ve hatiye parastin."

    Înîsîyatîfê herwiha bang li nûner û parlamenterên Herêma Kurdistanê kir ku rêzê li vîna gel bigirin û ji bo biryara gel a bi rêya referandûmê xebatê bikin.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Kislyak bersiv da helwesta Amerîkayê ya bo Spûtnîk û RTyê
    Rûsyayê bertek nîşanî YEyê da: biryar siyasî û nehiqûqî ye
    5 hezar û 500 kewên gozel berdane xwezayê
    Balafiran herêma sivîl a Reqayê bombardiman kir: 43 kes mirin
    Berdevkê nû yê YNKê diyar bû
    Li Colemergê şer: Polîsek hat kuştin, yek jî birîndar bû
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de