08:10 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Qeza

    Qezayek wek karesatê: 6 mirî û 36 birîndar

    © REUTERS/ Kenan Gurbuz
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, li navçeya Merzîfon a Amasyayê otobusa rêwiyan qulubî, di encama qezayê de 6 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn.

    Otobêsa bi plaqeya 52 DG 448 ku ajovanê wê Îhsan Guleryuz bû ji Stenbolê diçû Samsunê. Otobusa rêwiyan li herêma Kayaduzuyê ji rê derket û qulubî.

    Piştî bihîstina bûyera qezayê, gelek ambulans û tîmên tendirustî sewkî cihê qezayê hatin kirin. Di qezayê de ji xeyrî ajovanê otobusê Îhsan Guleryuz, Tugçe Duran, Murat Eyî û 3 rêwiyên ku navê wan nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan û 36 kesên din jî birîndar bûn.

    Li gor zanyariyên berdest, birîndarên qezayê rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Merzîfonê, Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Sabuncuoglu Şerefeddîn ya Zanîngeha Amasyayê, Nexweşxaneya Dewletê ya Suluovayê û Nexweşxaneya Dewlet a Havzayê. Hêzên ewlehî derbarê qezayê de lêpirsîn dane destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li deşta Rehwayê qeza: 3 mirî û 8 birîndar
    Li Silêmaniyeyê qeza: 7 kes ji heman malbatî can dan
    Otobusa AKPiyan qeza kir: 32 birîndar
    Li Mêrdînê qeza: 2 kes mirin 13 kes jî birîndar bûn
    Li navçeya Gimgimê qeza: 17 kes birîndar bûn
    Etîketan:
    6 mirî û 36 birîndar, Qezayek wek karesatê, Îhsan Guleryuz, Amasya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de