02:06 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê li sînorê Sûriyeyê ye

    ‘Divê wekî Mertalê Firatê em bikaribin mudaxeleya Kurdistanê jî bikin'

    © AFP 2017/ Bülent Kılıç
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 29502

    Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Mehmet Gunal di hevpeyvîna xwe ya AAyê de ji bo referanduma Kurdistanê got: "Bê me çawa operasyona Mertalê Firatê li dar xist divê em bikaribin mudaxeleya referanduma Kurdistanê jî bikin."

    Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Mehmet Gunal di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê Tirkiye helwesteke xurt li hemberî referanduma serxwebûna Kurdistanê nîşan bide. Bê çawa ji bo berjewendiya neteweyî me helwesta xwe di operasyona Mertalê Firatê de nîşan da divê em li vir jî heman tiştî bikin. Heke helwest dip eyvan tenê de bimîne bê fêde ye."

    Mehmet Gural di dirêjiya axaftina xwe de got: "Wek operasyona Mertalê Firatê divê em heman tiştî ji bo Mûsil û Kerkûkê jî bikin, heta divê ji bo Telaferê jî were kirin. Dema ku li Telaferê hinek bûyer qewimîn diviyabû me tiştin bikira."

    Gural di dawiya axaftina xwe de axaftinên Kalin ê ji bo referanduma Kurdistanê nirxand û got: "Daxuyaniyên Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin erênî ne, lê têrê nakin. Divê em bikaribin hêza xwe nîşan bidin."

    Bi heman mijarî:

    Amadekariyên berdewamiya ‘Mertalê Firatê' temam e: Hedefa ewil Sîncar e
    Serokomarê Tirkiyeyê: Dê qonaxên duyemîn û seyemên yê Mertalê Firatê hebin
    Erdogan: Qanaxa yekem a Operasyona Mertalê Firatê qediya
    Artêşa Tirk: Di Mertalê Firatê de gelek teqemenî hatin bidestxistin
    Serfermandariya Tirkiyeyê: Mertalê Firatê bi awayekê serkeftî bidawî bû
    Pisporê rûsî derbarê bidawîbûna Mertalê Firatê de axivî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de