19:27 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Hakan Fidan û Hulusi Akar

    Rojnamevanê tirk: Li Enqereyê pêşveçûnên ecêb diqewimin

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 15010

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Murat Yetkin di gotara xwe ya îro de ragihand ku hetanî dosyayên 15ê Tîrmehê vebin dê pêşveçûnên nû biqewimin.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Murat Yetkin di gotara xwe ya îro bi navê ‘Li Enqereyê pêşveçûnên awarte' de got: "Hetanî dosyayên 15ê Tîrmehê vebin dê pêşveçûnên nû biqewimin. Piştî derket holê ku şeva hewldana derbeya 15ê Tîrmehê Serokê Diyanetê Mehmet Gormez û Misteşare MÎTê Hakan Fidan bi hev re li xwarinekê li Enqereyê pêşveçûnên awarte diqewimin."

    ‘EV HEVÎR DÊ GELEK AVÊ HILDE'

    Murat Yetkin di berdewamiya nivîsa xwe de bal kişand ser daxuyaniyên Serokwezîr Binali Yildirim ên derheqê Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan, krîza Almanya û Qetar, bûyerên Mescîda Eqsa û îstîfaya Mehmet Gormez û got: "Divê were dubarekirin, ev pêşveçûn hemû bi hev ve girêdayî ne, an jî dibe eleqeya wan bi hev ve tune be. Lê dema ku mirov bi giştî temaşeyî meseleye dike li Enqereyê li pişt deriyên girtî pêşveçûnên eceb diqewimin. Hetanî dosyayên 15ê Tîrmehê vebin dê pêşveçûnên nû jî bibin. Wiha xuya dike ku ev hevîr dê gelek avê hilde."

    Bi heman mijarî:

    Musteşarê MÎTê Hakan Fidan jî li Moskovayê ye
    Cîgirê Hakan Fidan ê berê ji FETOyê hat girtin
    Îdia - Serokê MITê Hakan Fidan ji kar hat avêtin
    Etîketan:
    Serokwezîrê Tirkiyeyê, Diyanet, MÎT, Mehmet Gormez, Hakan Fidan, Murat Yetkin, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de