17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Nivîskarê Tirk: ‘Wê Erdogan bikujin û cesedê wî bavêjin ser sergoyê’

    © REUTERS/ Axel Schmidt
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 45130

    Nivîskarê Rojnameya Star a tirkî Ahmet Kekeç li ser Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Tarafê Ahmet Altan derbarê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de, îdiayek avêt holê.

    Kekeç di nivîsa xwe ya 2yê Tebaxa 2017an de, li ser navê Gerînendeyê berê yê Rojnameya Tarafê ku hatiye girtin, Ahmet Altan îdia kir ku beriya hewildana kutedaya 15ê Tîrmehê gotiye: "Wê Erdogan bikujin, termê wî jî bavêjin ser sergoyê…"

    Nivîskar Kekeç di nivîsa xwe ya ku bi sernavê 'Dibêjin, dê termê Serokomar bavêjin ser sergoyê!' weşandiye de îdia dike ku ‘nivîskar û romanivîs Ahmet Altan her çiqas xwe ji FETOyê dişo' jî wiha gotiye: "Wê Erdogan bikujin, termê wî jî bavêjin ser sergoyê…"

    Nivîskarê tirk di nivîsa xwe de herwiha dibêje, Altan gotiye, ‘Beyî ku tank li kuçeyan xuya bikin, derketina şerê navxweyî nayê fahmkrin' û dîsa bilêv kiriye ku ‘Dê Erdogan bi serîhildana gel biçe.'

    Kekeç îdia dike, nivîskarên wekî Ahmet Altan û Mehmet Altan ku niha di girtîgehan de ne, bingeha îdeolojîk ya kutedayê amade kirine û niha her ku xwedî heman nêrînê ne jî dibêjin, ‘Em ne FETOyî ne'.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Trump pêşnûmaya mueyîdeyên li dijî Rûsyayê îmze kir
    Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva îdiayên medya Iraqê da
    Qeter keştiyên şer distîne
    Bi hawanan êrîşî balyozxaneya Rûsya ya li Şamê kirin
    Îranê siyasedmedarekî kurd bidarvekir
    Di operasyona Telaferê de krîza Heşdî Şebî
    Qeyûm 84 karker ji kar derxistin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de