23:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Hakki Boltan ÎRA

    ÎRA: Tirkîye welatê rojnamevanên girtî ye

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 37 0 0

    Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora binpêkirina mafên rojnamevanan û êrîşên li ser saziyên çapemeniyê yên meha tîrmehê aşkere kir. Berdevkê ÎRAyê da zanîn ku niha li Tirkiyeyê 171 rojnameger girtî ne, "Hikumet xebatên rojnamegeran yên rojnamegeriyê wek kare sîxiriyê diyar dike û wan diavêje girtîgehan. Tirkiye welatê rojnamevanên girtî ye."

    Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) bi boneya binpêkirina mafên rojnamegeran û êrîşên li ser saziyên çapemeniyê ya meha Tîrmehê aşkere bike li avahiya Şaxa ÎHDê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Berdevkê Înîsiyatîfê Hakki Boltan diyar kir ku binpêkirina mafên rojnamegeran, zext û zorên li ser rojnamegeran tê kirin dibe sedem ku her roj hinek din Tirkiye ber bi welatên ku naye xwestin ve diçe û herî dawî pirsgirêkên ku bi Yekîtiya Ewropayê re hat jiyîn vê rastiyê derdixe holê. Boltan da zanîn ku rapora meha tîrmehe ya binpêkirina mafê rojnamegeran rewşa Tirkiyê radixîne ber çavan.

    ‘TIRKIYE WELATÊ ROJNAMEVANÊN GIRTÎ YE'

    Boltan anî ziman ku her çiqas di meha Tîrmehê de 9 rojnameger ji girtîgehan serbest hatin berdan jî, hêjmara girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de dimînin 171 kesin û wiha got: "Bi gotineke din, hejmara girtiyên rojnameger ên li Tirkiyeyê ji hejmara girtiyên ji cîhanê pirtir e. Ev jî reva dike ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafên rojnamegeran ji hemû binpêkirinên ku li cîhanê li rojnamegeran tê kirin pirtir e. Ev karne ji bo hikûmet û dewleteke karneya herî xirab e."

    ‘HIKUMET XEBATÊN ROJNAMEGERİYÊ WEK KARÊ SÎXURIYÊ DIBİNE'

    Die Welt muhabiri Deniz Yücel
    © AFP 2017/ Andreas Arnold / dpa
    Boltan da zanîn ku karneyê binpêkirina mafên rojnamegeran a li Tirkiyê bi destê hikûmeta AKPê hatiye afirandin û wiha domand: "Tişta ji vî xirabtir jî, hikûmeta AKPê bi dest û çar lepan xwedî li karneyê dertê û diparêze. Siberoja desthilatdariya xwe jî li ser karneyeke wisa ava dike. Ji ber vê hişmendiya xwe ye ku xebatên rojnamegeran yên rojnamegeriyê wek kar û barê sîxuriyê diyar dike û wan diavêje girtîgehan. Mînaka girtina nûçegihanê Dihaberê Erdogan Alayumat mînakeke li ber çavan e. Ji ber tewambariya sîxuriyê girtina rojnameger Alayumat herî kêm bi qasî ya rojnameger Can Dundar û Enis Berberoglu xeternak e û nayê qebûlkirin."

    Boltan rapora ÎRAyê ya xal bi xal wisa aşkere kir:

    * 171 rojnameger girtîne
    * 25 rojnameger hatin binçavkirin. (8 ji wan rojnamegerên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ne)
    * 41 rojnameger hatin darizandin.
    * 5 rojnameger hatin girtin.
    * 6 rojnameger derbarê wan de doz hat vekirin.
    * 5 TV lisansa wan ji aliye RTUKê ve hat betalkirin
    * 3 rojnameger rastî 9 sal, 10 meh û 7 roj cez hatin.
    * 3 malperên înternetê ji aliye BTK ve 16 car hatin astengkirin.
    * 3 rojnameger hatin kuştin.
    * 9 rojnameger jî hatin berdan.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê 6 Rojnamevan 2 roj in di bin çavan de ne
    Ji destpêka şer ve 455 rojnamevan hatin kuştin
    'Ji ber rewşa awarte rojnamevan nema dikarin bixebitin'
    Rojnamevan Husnu Mahallî hat girtin
    Etîketan:
    girtî, rojnamevan, Hakki Boltan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de