09:54 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Garo Paylan

    Paylan: Em di girtîgeha servekirî de ne!

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 66 0 0

    Parlamanterê HDPê yê Stenbolê Garo Paylan diyarkir ku êdi parlamantoya Tirkiyê bi kêr nayê. Paylan balkişand ser girtina parlamanteran û got "İro hevserok û parlamanterên me di girtîgeha sergirtî, em jî di girtîgeha servekirî dene."

    Parlamanterê HDPê yê Stenbolê Garo Paylan têkildarî rewşa sîyasî ya Tirkiyê ji ajansa Spûtnîk Kurdistan re axivî. Paylan balkişand ser girtina sîyasetmedaran û anî ziman ku HDP ji ber sîyaseta aştîyane rastî zext û zorîyan tê. Paylan got "Yên ku sîyaseta şer dimeşînin naxwazin li hember wan sîyaseta aşitiyê hebe. Dixwazin civakê bi şer bikin dû alî. Ji ber wê jî êrişî HDPê dikin. Em rastî gelek zext û zorîya hatin lê me li berxwe da. Bawerim li cihanê tu partî nedikarî li ber van zext û zorîyan bisekinîna. Ev ji bo me serbilindîyeke.

    ‘ÊDÎ PARLAMANTO BI KÊR NAYÊ

    Paylan balkişand ser rewşa parlamanto û parlamanteran û wiha berdewam kir: "Ez parlamanterim lê parlamanto naxebite. Bir girtina parlamanter û gûherandina qanunên navxweyî êdi parlamanto bi kêr nayê. Dixwazin parlamantoyê bikin weke notera qesrê. Êdi kontrolkirina parlamantoyê ne maye. Daraz jî bi guhertinan bûye weke darê destê qesrê. Tenê ji bo girtina kesên dijber dixebite û êdi edalet ne maye. Dadger dibin bandora qesrê dene û weke dadgerên qesrê dixebitin. Çapemenî jî dibin zex û zorîyan deye. Gelek jê hatin girtin an jî rojnamavan hatin girtin. Her wiha tenê dixwazin çapemenîya wan bimîne."

    ‘EM DI GIRTİGEHA SERVEKIRİ DENE'

    Paylon got "Êdî em di nava faşizmê dene" û wiha pêda çû: "Divê em vê tirsa ku xistine nava civakê em bişkînin. Heger hûn parlamantoyê bê bandor bikin em ê jî li her deveran li ber xwe bidin. Îro li hemû bajaran Rewşa Awarte heye lê ya Amedê ne Rewşa Awarte ye, Rêveberîya Awarte ye. Ev rewş li gorî bajarên di gelek girane. Mi gelek bajar dîtin lê şertên wir ne weke yên Amedê ne. Heger îro Amed ne azad be tu der ne azade. Îro hevserok û parlamanterên me di girtîgeha sergirtî, em jî di girtîgeha servekirî dene. Divê em vê rewşê biguherînin. Divê gelen Tirkiyê li hember vê yeke rabe."

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê HDPê Paylan: Rûbirûbûna bi sûcên berê wê rê li ber sûcên îro bigre
    Paylan: Divê Tirkiye dev ji kevneşopiya xwe ya qetlîamker berde
    Baydemir: Ey AKP, bi vegera politikayên şer we winda kir
    Baydemir: Welat vegûherandine girtîgehê û zilm tê kirin
    Baydemir bangî gelê Amedê kir: Çalekiya deng derxistinê li dar bixin
    Etîketan:
    Parlamanterê HDPê yê Stenbolê, Garo Paylan, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de