23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Partiya Tevgera Netewperwer (MHP)

    Ji bo partiya nû bi 100an endamê MHPê îstîfa kirin

    © AP Photo/ ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 57 0 0

    Li şaxên MHPê yên Golcuka Kocaeli û li Yenişehira Bursayê bi 100an endamê partiyê ji bo helwesta Navenda Giştî ji MHPê îstîfa kirin.

    Ji rêvebiriya şaxa MHPê ya navçeya Golcuka Kocaeliyê 410 û ji şaxa Yenişehira Bursayê jî 215 kesî îstîfa kir. Endamê Lijneya Rêvebiriya Navendî yê berê Adnan Ozdere di axaftina xwe de ragihand ku ev kesên ku îstîfa kirine wê derbasî partiya Meral Akşener bibin.

    Li gorî nûçeya rojnameya Haberturkê Adnan Ozdere di axaftina xwe de got: "Em ê hemû li partiya nû ya ku Meral Akşener ava bike bicivin. Di vê partiyê de wekî berê kesî rast an jî çepgir tuneye. Ev partî dê bibe partiya navendî. Hemû ji bo heman armancê dê kêleka hev bin. Ji bo ku MHP dikeve rêyên cuda em ê derbasî partiya nû bibin."

    Bi heman mijarî:

    AKP, HDP û MHP wê kongreyên xwe di heman demê de li dar bixin
    'MHP ji bo avakirina ‘Koalîsyona Hikûmeta Neteweyî' li benda Erdogan e'
    ‘MHP dê parçe bibe û wê tevlî AKP û BBPê bibe'
    MHP: Ger kurd bibêjin 'Erê' wê ev yek li ser me neyê tomarkirin
    MHP li Şemzînanê ofîs vekir
    Etîketan:
    MHP, Adnan Ozdere, Meral Akşener, Koceli, Bursa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de