02:02 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Hevseroka HDPê Serpil kemalbay

    Kemalbay bo Erdogan: Tu ji çi ditirsî

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3720

    "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya ku HDPê li Amedê dabû destpêkirin vê carê jî li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê ya Stenbolê bi civîna komê ya hefteyê hate destpêkirin. Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay ragihand ku parlamentoyê kilît kirine û îro dibînin ku dixwazin kolanan jî kilît bikin.

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku li Amedê "Nobeta Wîjdan û Edaletê" ya di 25ê Tîrmehê de dabû destpêkirin bi dawî kir, li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê nobet da destpêkirin.

    Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay ragihand ku yên dixwazin îro parlamentoyê kilît bikin em dibînin îro dixwazin kolanan jî kilît bikin. Lê nikarin têkoşîna me asteng bikin. Li Parka Yogurtçu gelek têkoşîn hat dayîn. Ji bo berxwedana karkeran, berxwedana jinan, ji bo forûmên Geziyê malovanî kir. Ji ber vê yekê jî li vî parkê destpêkirina nobeta wîjdan û edaletê girîng e. Werin em bi hev re faşîzmê paş ve bixin.

    ‘STENBOL JI 7Ê HEZÎRANÊ Û VIR VE BERSIVÊ DIDE WE!'

    Kemalbay bal kişand li ser nobeta li Amedê jî û wiha berdewam kir: "Ji nobeta ku me li Amedê da destpêkirin ewqas tirsiyan ku bi barîkatên hesin xwestin ji gel qut bikin. Hûn çima ditirsin ku HDP bi gel re were cem hev. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li her derê mîtîngan li dar dixe. Lê dema ku HDP dibe mijar li hemberî me derdikevin. Dorpêç dikin. Piştre dibêjin gel naçe civînan. Em mereq dikin hûn piştî evqas derewan bi şev çawa radizên. Ev hewldan pûç e. Piştî 7ê Hezîranê hûn çi dikin bikin vî gelî bersiv da we."

    ‘EW Ê BI SER NEKEVIN'

    Kemalbay destnîşan kir ku wan hemûyan di têkoşînê de bedel dane û wiha pê de çû: "Heta ku faşîzmê bidin rawestandin, daxwaza gelên Tirkiyeyê ya azadî, aştî û demokrasiyê pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin."

    Kemalbay da zanîn ku nobeta li Amedê bi fedakariyeke bi dawî bûye û peyamên xwe dane niha jî ji bo bi hev re li Stenbolê rêyên têkoşînê pêş bixin hatine cem hev. Kemalbay, "Em ê dest bidin hev û bi hev re têbikoşin. Ev têkoşîna jinan, ciwanan, gelên Tirkiyeyê ne. Ji bo demokrasî bê vî welatî têdikoşin. Mineta me li kesekî nîne. Li dijî yên ku dixwazin me bi birçîbûnê islah bikin em ê nanê xwe parve bikin. Heta ku em cîhaneke nû ava bikin em ê destên xwe bidin hev. Me dest bi berxwedaneke demdirêj kir."

    Bi heman mijarî:

    HDP: Em li benda rakirina Rewşa Awarte nasekinin, em dertên qadan
    HDP beşdarî mîtînga meşa edaletê dibe
    HDP: Destwerdana Efrînê metirsiya şerê kurd û tirk zêdetir dike
    HDP: Em bê şert û merc piştgirî didin referandûma serxwebûna Kurdistanê
    Parlamenteriya, parlamentera HDP hate betalkirin
    Etîketan:
    edalet, nobet, Recep Tayyip Erdogan, Serpil Kemalbay, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de