17:50 20 Cotmeh 2017
Zindî
    'Nobeda Wijdan û Edalet' a HDPê

    'Nobeta Wijdan û Edaletê' dê li Stenbolê dewam bike

    © Sputnik/ Sertac Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Nobeta Wijdan û Edaletê ku HDPê li Amedê da destpêkirin, wê îro li Parka Yogurtçu ya li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bidome.

    Polîsan beriya destpêkirina nobedê bi bariyeran parke dorpêç kirin û kolana parke ji trafîkê re hat girtin. Gelek polîs li têketina parke hatin bicihkirin.

    Navenda HDPê ragihandibû ku bi axaftina Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay dest pê bike. Hate ragihandin ku gelek kes li dora parkê li hev civiyane.

    NOBET, LI PARKA CEREN A AMEDÊ DEST PÊ KIRIBÛ

    Hate diyarkirin ku polîs ji bilî peywirdarên ku pergala deng ava bikin, destûr nade kes têkeve parkê.

    ​HDP bi daxwaza berdana hevserok û parlamenterên HDPê li Parka Ceren a Amedê dest bi nobetê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    HDP beşdarî mîtînga meşa edaletê dibe
    HDP beşdarî ‘meşa edaletê' bû
    HDP: Destwerdana Efrînê metirsiya şerê kurd û tirk zêdetir dike
    HDP: Em bê şert û merc piştgirî didin referandûma serxwebûna Kurdistanê
    Parlamentera HDPê ya Êlihê piştî binçavkirinê serbest hat berdan
    Etîketan:
    nobet, edalet, HDP, Serpil Kamalbay, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de