17:49 17 Cotmeh 2017
Zindî
    artêmetan-edremît-wan-gola wanê

    Qeyûm li ser gorên ermeniyan û xirebajêr avdestxane çêkir

    © Foto: Şaredariya Artemêtê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 6602

    Qeyûmê Şaredariya Artemêtan a Wanê li ser gorên ermeniyan û xirebajêra li plaja gel avdestxane çêkir. Hestiyên ku ji goran derketin jî li derdorê belav bûn.

    Qeyûmê Şaredariya Artemêtan a Wanê li ser gorên ermeniyan û Xirebajêra Dilkaya, avdestxane, cihên kinc guhertinê û otopark çêkir. Di dema înşaetê de xirebajêra li Taxa Dilkayayê hat texrîbkirin û hestiyên ku ji goran derketin jî li derdorê belav bûn.

    Li gorî nûçeya Dihaberê li têketina xirebajêr ji ber çêkirina plajê texrîb bûye, avdestxaneya bo jinan û cihên kinc guhertinê hatiye çêkirin. Xirebajêra Dilkayayê beriya zayîna Îsa 3 hezar sal wek wargeh hatiye bikaranîn. Li derdorê xirebajêrê 24 gorên urneyê yên serdama Uratuyan derketibû holê. Di lêkolînan de hestiyê serê mirovan, hestî hatibûn dîtin.

    Li taxa ku demeke ermenî jiyankirine û herêma ku tê qalkirin jî ermeniyan wek goristan bikar anîne. Hate ragihandin ku di dema çêkirina avdestxanyê de gelek hestiyên mirovan belavî derdorê bûne.

    Bi heman mijarî:

    Li Sêrtê êriş li qeyûm hat kirin
    Qeyûm pirtûkxane girt
    Rapora qeyûman a DBPê: Ji bo 83 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
    Wezaretê qeyûm tayînî Şaredariya Atabagiyê kir
    Qeyûm hate şandin bo şaredariya Bêşebabê
    Etîketan:
    avdestxane, xirebajêr, qeyûm, goristan, Ajansa Dihaber, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de