08:38 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Turîst

    Herî zêde turîst ji Rûsyayê çûne Tirkiyeyê

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Çand û Turîzmê serdana turîstên ku di sala 2017an de derbasî Tirkiyeyê bûne ji sala 2016am bihûriye. Rêjeya turîzmê li gorî sala borî ji sedî 14.05 zêde bû.

    Li gorî daneyên Wezareta Çand û Turîzm a Tirkiyeyê, îsal li gorî sala 2016an rêjeya turîstên biyanî ji sedî 14.05 zêde bû. Herwiha di meha Hezîrana 2017an de jî li gorî meha sala borî di rêjeya turîstên biyanî de ji sedî 41.01 zêdebûn çêbû. Di vê meha navborî de herî zêde turîst ji Rûsyayê çûne Tirkiyeyê.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di meha hezîranê de 3 milyon û 486 hezar û 940 turîstên biyanî derbasî Tirkiyeyê bûn. Ji serê sala 2017an hejmara turîstên biyanî ku serdana Tirkiyeyê kirine jî gihîştiye 12 milyon û 249 hezar û 449 kesî.

    TURÎST HERÎ ZÊDE JI RÛSYA, ALMANYA Û JI GURCISTANÊ ÇÛNE TIRKIYEYÊ

    Di navbera 6 mehên pêşî yên sala 2017an de herî zêde turîstên biyanî ji Rûsya, Almanya û ji Gurcistanê çûne Tirkiyeyê. Ji Rûsyayê milyonek û 692 hezar û 103 kes, Almanya milyonek û 246 hezar û 744 û ji Gurcistanê jî milyonek û 73 hezar û 271 turîstî serdana Tirkiyeyê kir.

    Bi heman mijarî:

    Wesayîta ku turîst têde bûn qeza kir: 2 jê tirk 18 kes birîndar bûn
    Demirtaş: "Heke wekî me bikira ev der dê tijî turîst bûna"
    Turîstên rûsî di rezervasyona xwe ya Tirkiyeyê de guherînê dikin
    Hejmara turîstên ku ji Rûsyayê derbasî Tirkiyeyê bûn ji sedî 816 zêde bûn
    ‘Hejmara Turîstên New Yorkê wê di rûyê Trump de kêm bibe'
    Etîketan:
    Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê, Gurcistan, Tirkiye, Almanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de