23:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Niştecihên êzdî

    AFADê ji 40 malbatên êzdî xwest kampê biterikîne

    © REUTERS/ Muhammad Hamed
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    AFADê li Midyadê ji 200 êzdiyên ku ji Şingalê ji ber rêxistina terorîst a DAIŞê reviyabûn Tirkiyeyê xwest kampê biterikînin. Li gorî çavkaniyan ji bo kampê biterikînin sê roj mawe dane wan.

    Piştî valakirina kampa Amedê ku êzdiyên Şingalê li diman, vê carê jî AFADê li Midyadê ji 200 êzdiyên ku li kampê diman xwest derkevin. Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ji 200 êzdiyên ku ji 40 malbatî pêk dihat xwest kampê vala bike. AFADê ji bo valakirina kampê 3 roj mawe da êzdiyan.

    Yek ji niştecihên kampê ku nexwest navê xwe bide di axaftina xwe de got: "3 Roj berê bêyî ku sedemekê nîşan bidin ji me re gotin ‘ hûn mêvan in, dema qediya û divê hûn kampê vala bikin.' Piştî îtîraza me 3 rojên din dirêj kirin. Dema em hatin vir îqameyên me hatin çêkirin û niha jî ji me re dibêjin hûn mêvan in."

    Bi heman mijarî:

    Nadiya Murad li Parlamentoya Îsraîlê behsa kurdên êzdî kir
    Malbata kurdên êzdî ku ji 14 kesan pêk dihat ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
    Li 20 welatan bêdengî ji bo jinên êzdî
    Piştî rizgarkirina Şengalê 2500 malbatên kurdên êzdî vegeriyane Şengalê
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    Etîketan:
    Niştecihên êzdî yên kampa Midyadê, Serokatiya Birêveberiya Rewşa Awarte û Karesatê (AFAD), Midyad, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de