08:15 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Sînorê Kilîsê hêzên artêşa tirk

    3 leşkerên ku îşkence li xortên Kurd kiribûn hatin girtin

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 78 0 0

    Ji wan 4 leşkeran 3 ji wan ku bi tohmeta îşkence û tahdeya li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê li penaberên Kurd kiribûn û hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Hat zanîn ku ew xortên îşkence li wan hatiye kirin ji bajarê Efrînê ne û Kurd in.

    Serdozgeriya navçeya Altinozu ya Hatayê piştî derbirin û lêpirsina wan 4 leşkerên vîdyoya wan a dema îşkence li penaberan dikirin hatibû belavkirin, ew şandin ber dadgehê.

    Ji wan 4 leşkerên ku bi tohmeta îşkenceyê hatibûn binçavkirin, 3 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin û yek ji wan jî hat berdan.

    Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê jî li ser bûyerê ragihandibû ku ew leşkerên, îşkence li 4 kesên li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê dikirin û vîdyoya wan belav bibû hatine destesekirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Siyasetmedarê Îsraîlî bangewaziya piştgiriya 'serxwebûna Kurdistanê' kir
    Parlamenterekî Îranê li ser referandûmê ji Barzanî re name şand
    Ji PAK û PDK-Bakur daxuyaniyên enfal û komkujiya Barzaniyan
    Li bajarê Muglayê erdhej pêk hat
    Sûriye: Welatên Rojavayî alîkariya terorê tercîh kirin
    FSB: 2 alîgirên DAIŞê ku amadehiya êrişê dikirin, hatin desteserkirin
    Etîketan:
    Leşkerên tirk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de