07:52 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Polês - êriş - Silopiya- silopiyayê

    Cezayê ji bo kujerên 2 zarokên li navçeya Silopiyayê tê xwestin diyar bû

    © AP Photo/ Emre Tazegul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Têkildarî kuştina zarokên du birayên li navçeya Silopiyayê ku bi panzerê hatin kuştin, doz hatin vekirin. Eger polîs sûcdar werin dîtin, dê di navbera 2 salan heta 15 salan dibe ceza bistînin.

    Şeva 3ê Gulanê, li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, polîsên Omer Yegit bi panzerê li xaniyekî xist û 2 birayên bi navê Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên di xew de bûn kuştin. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, lêpirsîna li ser polîsê kujer Omer Yegit û amîrê wî Murat Maden qedand. Gilînameya ku dozgeriyê amade kir, ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê ve hate qebûlkirin.

    Di dozê de, têkildarî polîsê kujer û amîrê wî de ji 2 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

    Di dozê de hat xwestin, Furkan Yildirim dema anîn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, birayê wî Muhammed Yildirim jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    CHP: Polîsê ku li Şirnexê bi panzerê 2 zarok kuştin perwerdehî nedîtine
    Polîsê Gallerê ji bo fînalên lîga Şampiyonan ewlehiyek balkeş girt
    Polîsê Swêdê: Êrişkar dildar ê DAIŞê bû
    Polîsê Tirkiyeyê: Dibe êrîşkarê Reinayê welatiyê Ozbekistan yan jî yê Kirgizistanê be
    Polîsê Alman: Sûcdarê rast bi çek e û serbest e
    Etîketan:
    kujer, zarok, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de