21:51 23 Cotmeh 2017
Zindî
    HDP

    Baydemir: Ey AKP, bi vegera politikayên şer we winda kir

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 4010

    Çalakîya "Nobeta Wijdan û Edaletê" li Amedê bi dawî bu. Berdevkê HDPê Osman Baydemir balkişand ser tedbirên ewlehî yên awarte û nirxa 7 roja wiha şîrove kir "Faşîzm, zext û zorî têk çu." Baydemîr bang li AKPê û Serokkomar Erdogan kir û wiha got: "Ey AKP! Bi vegerîna politikayên şer we winda kir. Ey Erdogan te rewabûna xwe winda kir."

    Çalekiya parlamenterên HDPê ku li Amedê li dar dixistin bi daxuyaniyekê di roja 7an de bi dawî bû. Çalakîya ku serdana gel qedexe bû, îro derdora qada çalakiyê 3 caran bi barîyarên polîsan hate dorpêçkirin. Berdevkê HDPê Osman Baydemir balkişand ser tedbirên ewlehî yê awarte û wiha axivî "Nehiştin ku gel û parlamanter bigihêjin hev. Hatina gel hat qedexe kirin. Ev tirsa çîye? Em herdem li vir in û em ê li vir bin. Gel dixwaze bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe bijî. Bi faşizmê, bi tirsê rastî tê berovajî kirin. Heger hûn bi pirsin kurtasî ya 7 rojan çîye, faşîzm, zext û zorî têk çu. 7 rojan destur nedan ku hevseroka me ya KCDê were vê qadê."

    ‘EY AKP, BI VEGERÎNA ŞER WE WINDA KIR'

    Baydemir balkilşand ser girtina hevserok û parlamanterên HDPê û wiha berdewam kir: "Ey AKP! Bi vegerîna politikayên şer we winda kir. Bi hezaran gel wê bi hatina vir û daxwazên xwe yê azadiyê û rakirina tecridê dê bi anîna ziman. Bi tayînkirina qeyûman derket holê ku hûn ne rewa ne. Dibêjin gel piştgirî nade. Werin bila weyûm û Gultan Kişanak derkevin kolanan û heger gel beje kîja bila ew be. Tev derewe lê dawîya derewan jî heye. Em dibêjin riza gel lê ew ‘Reza' fêmdikin.

    ‘ÇALAKIYA NOBETÊ LI STENBOLÊ BI BIRYAR DÊ BERDEWAM BIKE'

    Baydemir ragihand ku dê çalakîya nobetê li Stenbolê berdewam bikin. Baydemir wiha axivî: "Li parlamantoyê bi guhertina dawîn êdi axaftina parlamanteran jî hat qedexekirin. Ev nîşan dide ku çiqas ditirsin. Em nobeta xwe bi dawî nakin. Ev çalaki ji bo edalatê ye. Em ê bi biryarbunek mezin çalakîya xwe li Stenbolê berdewam bikin.

    ‘EY ERDOGAN TE REWABÛNA XWE WINDA KIR'

    Baydemir bang li Erdogan kir û wiha pêda çu: "Ey Erdogan, Demirtaş û Kişanak gavberên te ne, tu li gavberên xwe hiquqa dijminatiyê bikartînî û te rewabûna xwe winda kir. Heger darbekar bi hatina dê wan jî wiha bikirana. Bi şer û xwinê te hejmara parlamanterên xwe zêde kir. Li rewşa ku dijminatîya kurda welat anîye ku kîja merhelê binêre. Bi dijminatîya Rojavaji bo ku kurd ne bin xwedî statu û bi xeyala Osmanîtîyê tu hewl didî ku li Rojhilata Navîn Şerê 3yemîn yê Cihanê destpê bike."

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Welat vegûherandine girtîgehê û zilm tê kirin
    Baydemir bangî gelê Amedê kir: Çalekiya deng derxistinê li dar bixin
    Baydemir: Hûn bibin Hitler, em ê jî bibin Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Mazlum Dogan
    Baydemir bo Erdogan: Serxwebûn bo te çima ferz e, lê bo kurdan wê ne ferz be
    Baydemir: Lenet li her du yan jî bê
    Etîketan:
    Çalekiya 'Wijdan û Edaletê', HDP, Osman Baydemir, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de