02:04 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    ‘Erdogan ji bo hilbijartina pêşwext lêkolînê dide kirin'

    © REUTERS/ Yasin Bulbul/Presidential Palace
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Li gorî rojnameya Aydinlikê serokê giştî yê AKPyê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji parlementêrên partiya xwe xwest ku ew li deverên hatine hilbijartin bigerin û ev yek bû sedem ku hilbijartina pêşwext tê xwestin.

    Balyozxaneya Tirkiyeyê li Washîngtonê
    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Dîsa hate ragihandin ku Erdogan xwestiye ji bo şert û mercên hilbijartinê lêkolîn were kirin.

    Li gorî nûçeyê, Erdogan bi şirketên vêkolînê ji bo şert û mercên hilbijartinê lêpirsînan dike. Çavkaniyeke AKPyî derbarê lêkolînan de agahî daye û got: "Vê demê bi şirketên cûr bi cûr re anket tên çêkirin. Cenabê serokomar di vê qadê de pispor e. Hemû encamên van anketan ji aliyê pisporan ve têne nirxandin. Her çendî encam ne li gorî dilê me bin jî, di demeke kurt de, bi xebat û hewildanên kartêker em ê bigihêjine encamekê. Bi vê yekê dê 4-5 salên din bêne qezenckirin."

    Rayedarekî ku demeke dirêj di rêveberiya navendî ya rêvebir û biryarstendinê ya AKPê de cî girtiye dibêje: "Serokomarê me haftiya borî du hevdîtinên girîng pêk anîn: Yek di grûba meclisê ya AKPê de, du bi tevlîbûna parlementer, wezîr û rayedarên partiyê re li navenda giştî. Di hevdîtina meclisê de parlementer hişyar kirin û got ‘sibe hilbijartin heye bixebitin' ev yek bi me dide nîşandan ku di serê serokomarê me de hilbijartina pêşwext heye."

    Bi heman mijarî:

    "Ey Erdogan rabe ji Demirtaş lêborîne bixwaze û di şer de îsrar neke"
    Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê dixwaze bi Erdogan re hevdîtin bike
    Li navenda kirînfiroşiyê ya Dohayê posterê Erdogan hat danîn
    Erdogan: Yên ku westiyane bila xwe bidin alî
    Guardîan: Daxuyaniyên Erdogan wê bibin sedema rakeşiyên nû
    Etîketan:
    Hilbijartina pêşwext, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdoqan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de