00:50 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Balyozxaneya Tirkiyeyê li Washîngtonê

    Tirkiye: Em Amerîkayê protesto dikin

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 7202

    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ji ber daxuyaniya nûnerê taybet ê tekoşîna dijî DAIŞê yê amerîkî Breet McGurk ku gotibû ‘helwesta Tirkiye li Idlîbê rê dide rêxistinbûyîna El Qaîdeyê' bertek nîşan da.

    Berdevekê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Huseyin Muftuoglu di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bertek nîşanî Amerîkayê da û got: "Ev daxuyaniyeke provokatîf e û em Amerîkayê protesto dikin."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku derbarê beyanata Breet McGurk de wê balyozê me li Washîngtonê bertekên me dîsa bigihîne meqamên Amerîkayê.

    ‘KÊLÎK BERÎ KÊLIYEKÊ SERAST BIKIN'

    Li gorî zanyariyên berdest, Enqere aciziya xwe rasterast gihande Breet McGurk. Cîgirê Misteşarê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Sedat Onal bi telefonê li McGurk geriya û jê re got: "Ev daxuyaniyên we nayên qebûlkirin. Em vê red dikin. Heke armanca we ne provokasyon be, axaftina xwe serast bikin."

    Bi heman mijarî:

    Brett McGurk: Cîhan bi salane ku şerekî wiha nedîtiye
    Brett McGurk: Em dema referandûma Kurdistanê rast nabînin
    McGurk piştî Reqayê li Enqerê ye
    Brett McGurk li Tebqayê bi fermandarên HSDê re hevdîtin pêk anî
    Brett McGurk bi YPGê re li Rojava hevdîtin pêk tîne
    Etîketan:
    Daxuyaniya Breet McGurk, Berdevekê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê, Sedat Onal, Breet McGurk, Huseyin Muftuoglu, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de