21:53 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Selahatîn Demîrtaş

    "Ey Erdogan rabe ji Demirtaş lêborîne bixwaze û di şer de îsrar neke"

    © AFP 2017/ JOHN THYS
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 15630

    Berdevkê HDPê Osman Baydemir li Amedê di axaftina xwe ya ‘Nobeda Wijdan û Edaletê' de got: "Ey Erdogan rabe ji Selahhatîn Demirtaş lêborînê bixwaze û di şer de îsrar neke."

    Berdevkê HDPê Osman Baydemir li Amedê di axaftina xwe ya ‘Nobeda Wijdan û Edaletê' de bangî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir û got: "Ey Erdogan rabe ji Selahhatîn Demirtaş lêborînê bixwaze, wê rêyeke çareseriyê were dîtin. Di şer, şaşî û kîndariyê de îsrar neke, ti kes heta niha di şer û pevçûnan de bi ser neketiye."

    Osman Baydemir di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hûnê rabin Rewşa Awarte îlan bikin, bi biryarnameyên hikmî hûnê dest deynin ser nanê însanan, hûnê maseya mizakereyan biqulibînin û paşî HDPê gunehbar bikin. Em vê qebûl nakin."

    ‘DAWÎ LI ŞER TUNEYE'

    Baydemir dirêjiya axaftina xwe de got: "Berxwedana li hemberî faşîzmê wekî dîroka însaniyetê kevnar e. Em ê li hemberî faşîzmê rabin û wê têk bibin. Tekez dê aştî were vê coxrafiyayê. Ey Erdogan, hê jî derfet heye. Rabe ji Demirtaş lêborînê bixwaze helbet dê çareseriyek were dîtin. Di şer, şaşî û kîndariyê de îsrar neke. Ji bo ku ti kes bi şaşiyê negihiştiye armanca xwe û ti jî bi vê polîtîkayê bi ser nakeve. Ji bo ku dawiya vê tuneye."

    Bi heman mijarî:

    Parêzeran ji bo serbestberdana Demîrtaş serî li dadgehê dan
    Demîrtaş: Dest danîn ser îdianameya min
    Daxwaza tehliyeya Demîrtaş hate redkirin
    Îdianameya derbarê Demîrtaş de hat pejirandin
    Demîrtaş: Dixwazim ew dozger bên lêpirsîn
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, HDP, Recep Tayyip Erdoqan, Selahatin Demirtaş, Osman Baydemir, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de