08:19 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Şewat

    Li oteleke Antalyayê şewat derket: 4 ji wan rûs 14 kes birîndar bûn

    © REUTERS/ Rodrigo Garrido
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Li oteleke navçena Kemerê ya Antalyayê şewat derket û di encamê de jî 4 ji wan rûs 14 kes ji ber dumanê bi jehrî ketin.

    Di bodruma oteleke li herêma tûrîzmê ya Goynukê ya navçeya Kemerê şewat derket. Piştî haydarkirina rayedaran gelek tîmên agirkujî û tenduristiyê şandin cihê bûyerê.

    Şewata ku di demeke kin de hat tefandin de, 4 ji wan hemwelatiyên rûsî 14 kes ji ber dumanê bi jehrî ketin. Hate ragihandin ku kesên bi jehrî ketine rakirine nexweşxaneyan û li wir tên dermankirin.

    Hate diyarkirin ku rewşa birîndaran baş e û derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Edeneyê di qawîşa zarokan de şewat derket
    Li Otelê şewat derket: 10 kes jiyana xwe ji dest dan
    Li Çînê di salona masajê de şewat derket: 18 kes mirin
    Li Dêrikê şewat: 2 mirî 2 jî birîndar
    Etîketan:
    şewat, Antalya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de