07:56 24 Tebax 2017
Zindî
    Hewldana derbeya leşkerî - derbe

    'Eger hewldana derbeyê di 48 saetan de têk neçûya, li Tirkiyeyê şerê naxweyî rû dide

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Serokwezîrê berê yê Swêdê Carl Bildt, li ser hewldana derbaya leşkerî ya 15ê Temuzê ya li Tirkiyeyê makalekî nivîsand û ragihand ku eger derbe di 48 saetan de nehata astengkirin, dê şerên navxweyî li Tirkiyeyê rû bida

    Li gorî nûçeya Aydinlikê ku li Tirkiyeyê weşanê dike, Serokwezîrê berê yê Swêdê di derbarê hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Temuzê ku bi ser neket, makaleyeke ji rojanmeya the Globe and Mailê re ku navenda wê li Torontoyê ye nivîsandiye.

    ‘HEMÛ DANE WÎ NÎŞAN DIDIN'

    Bildt diyar kir ku hemû daneyên di destan de didin nişandan ku hewldana derbeyê ji aliyê FETOyê ve hatiye plankirin û got: "Eger derbe di 48an de nehata astengkirin, dê li Tirkiyeyê şerekî navxweyî ya giran rû bida."

    Bildt wiha pê de çû: "Piştî 2002an dihat zanîn ku saziyên ewlekariyê û darazê ketin deste FETOyê, wan vê pozisyona xwe ji bo dijminên xwe têk bibin û biavêjin hepse bikar anîn. Lê nedihat zanîn ku FETO endamên xwe li Hêzên Hewayî û Cendirmeyê bicih kirine… Mirov dikare bibêje ku hewldana derbaya leşkerî ji bo desthilatdariya siyasî bidest bixin plan kiribûn."

    Dîplomat û siyasedmedarê swêdî Nils Daniel Carl Bildt di salên 1991-1994an de serokwezîrtiya Swêdê, 2006-2014an de jî peywira Wezîrê Karên Derve yê Swêdê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Îdîanameya pêşî ya hewldana derbeya leşkerî li Stenbolê hat qebûlkirin
    Feyzioglu: "Derbeya leşkerî pêk bihata NY mûdaxele dikir"
    YEyê, piştî derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê dicive
    Hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê di sîteya fermî yê CIAyê de cih girt
    Heke derbeya leşkerî bi ser ketibûna Ozturk dibû serokomar
    Pisporê rûsî: "Amerîkayê derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê pêk anî"
    Etîketan:
    leşkerî, derbe, hewldan, Rojnameya Aydinlikê, Nils Daniel Carl Bildt
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de