01:26 20 Tebax 2017
Zindî
    A fighter from the Kurdish People Protection Unit (YPG) poses for a photo at sunset in the Syrian town of Ain Issi, some 50 kilometres north of Raqqa, the self-proclaimed capital of the Islamic State (IS) group during clashes between IS group jihadists and YPG fighters on July 10, 2015

    Bi hinceta pesnê PYDê dane 3 tûrîst hatin desteserkirin.

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 5202

    Li navçeya Didimê ya Aydin a Tirkiyeyê, 1 jê ji Brîtanya 2 jê ji Bulgarîstan 3 kes ji ber li ser medyaya civakî pesnê PYDê dane hatin desteserkirin.

    Artêşa Tirkiyeyê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Li ser îxbara bi rêya e-maîlê ku ji Midûriyeta Ewlehiyê ya Aydinê re çûye polîsan bi ser malekê de girtin. Polîsan kesekî bi eslê xwe ji Tirkiye, lê hemwelatiyê Bulgarîstanê û dayika wî kesekî ji Brîtanyayê desteser kirin. Herwiha polîsan dest danî ser telefonên destan, kompîtur û alavên din yên dîjîtal ên aîdê geştyaran.

    Kese ji Brîtanya hatî di îfadeya xwede gotiye ku ew ji bo alîkariya tibî çûye Suriyeyê û 3 mehan li wê derê maye. Ji YPGê perwerdeya çekan stendiye lê belê beşdarî tu şer û pevçûnan nebûye. Paşê jî ji wê derê veqetiayaye û vegeriyaye Brîtanyayê. Berî 10 rojan jî bo betlaneyê hatiye Tirkiyeyê.

    HINCETA Bİ CILÊN YPGê PROPAGANDA KIRIN

    ​Geştyarê din jî ragihand ku, "Li Holanda û Brîtanyayê perwerdeya hiqûqê girtiye û di sala 2015an de bi rêya medyaya civakî hev nas kirine û hatine betlaneyê. Hat îdîa kirin ku du geştyaran cilên YPGyîyan li xwe kirine û fotografên tevî van cilan di medyaya civakî de parvekirine û bi vê rêyê jî propagandaya YPGê kirine. Lêpirsîn hîn jî berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    'PYDê rêveberîya petrola Rimêlanê da hikûmeta Sûrîyê’
    Erdogan: Pêdivî bi YPG û PYDê tune ye
    'Erdogan dê gotara xwe ya li dijî PYDê biguherîne'
    TSK: PYDê êrişî 2 qereqolên li Hatayê kir
    Asya Abdullah:ʹBêyî PYDê çareseriya aloziya Sûriyeyê ne mimkûn e
    Etîketan:
    desteserkirin, pesndan, YPG, Aydin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de