01:33 20 Tebax 2017
Zindî
    Selahattîn Demîrtaş

    Parêzeran ji bo serbestberdana Demîrtaş serî li dadgehê dan

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2110

    Ev cara sêyêmine xwesteka dosyeya doza ku Serokê Gişti yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahatîn Demîrtaş ji ber girtî tê darizandin bi dosyeya Yasîn Borû re bibe yek ji aliyê Duyemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ve tê red kirin.

    Parêzeran ji bo serbestberdana Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş serî li dadgehê dan. Duyemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê cara sêyemîn xwesteka dosyeya ku Hevserokê Giştî yê HDPê Selahatîn Demîrtaş jê girtî tê darizandin û dosyeya Yasîn Borû bibin yek red kir. Parêzerê Demîrtaşî Mahsûnî Karaman got: "Ji ber ku van 30 rojên dawî lêkolana girtîbûna Demîrtaşî nehatiye kirin, ev 7 rojin bêyî biryara dadgehê hebe girtîye û li ser vê yekê ji bo berdana wî em ê serî li Dadgeha Heremî a Adlî bidin."

    Dadgeha ku doza Yasîn Borû dişopîne Duyemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ji ber ku rê neda yekirina dosyeyan, 19emîn Dadgeha Cezayê Giran, îdîa kir Demîrtaş bûye sedema bûyerên ku Yasîn Borû û 3 Hudapariyên din hatine kuştin û bi resenî biryar da ku dadgehkirin pêk were. Lê Duyemîn Dadgeha Cezayê Giran, dosyeya ku bi xwesteka doz bibin yek ji aliyê 19emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hatibû şandin cara duyem red kir. Li ser vê yekê 19emîn Dadgeha Cezayê Giran wekî cihê îtîrazê 20emîn

    Dadgeha Cezayê Giran nîşan dabû. Li ser îtîrazên parêzerên Demîrtaşî 20emîn Dadgeha Cezayê Giran, dosye careke din şandibû 19emîn Dadgeha Cezayê Giran.

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: Dest danîn ser îdianameya min
    Daxwaza tehliyeya Demîrtaş hate redkirin
    Îdianameya derbarê Demîrtaş de hat pejirandin
    Demîrtaş: Dixwazim ew dozger bên lêpirsîn
    Demîrtaş bo êrişa Reînayê, peyamek belav kir
    Etîketan:
    Hevserokê HDPê, Selahattîn Demîrtaş, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de