22:38 23 Tebax 2017
Zindî
    Li navenda kêmendaman îdîaya lêdan û destdirêjiyê

    Li navenda kêmendaman îdîaya destdirêjî û lêdanê

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 261 0 0

    Tê îdîakirin ku li navçeya Erxenî ya Amedê li navenda kêmendam a taybet de kêmendam rastî tundî, destdirêjî û heqaretan tên. Dîmen û wêneyên ku derketin holê rastbûna îdîayê xurt dike. Têkildarî bûyerê de doz hate vekirin.

    Li navçeya Erxenî ya Amedê têkildarî navenda kêmendaman de, tê îdiakirin ku kêmendam rastî destdirêjiyê hatine. Dîmen û wêneyên ku derketin holê rastbuna vê îdîayê xurt dike. Di wêne û dîmenan de xuya dike ku astengdar di karê înşaetê tên xebitandin û rastî tundiyê hatine. Her wiha di dîmena ku keça astengdar di axive de destdirêjî, tadayî û tundiya ku li rast hatîye tîne ziman. Keça astendar, "dibêje ku ew xistine hindirê odeyekê û ew girêdane û lê xistine. Di heman dîmenan de dibêje carek di ew xistine hindirê odeyekê û bi derpiyê kinik yê zilama deve wê girêdane û lê xistine. Dîsa dibêje ku ji bo wê bitirsînin bi astengdarên mêr re di heman odeyê de razandine û li vir rastî destdirêjiyê hatiye. Di heman dîmenan de tê dîtin ku xwarina astengdaran bi sewzeyên xerabe tê çêkirin."

    ‘TUNDÎ, DESTDIRÊJÎ, TADAYÎ Û HEQARET HENE'

    Dîmenên ki ajansa Spûtnîk Kurdistanê ji çavkaniyên navendê bidesxistinde û xebatkarê ku ne xwest navê wî were eşkerekirin, buyerên ku qewimîne wiha anî ziman: "Astengdar rastî tundî û tadayiyan tên. Navend ji bo parastin û dermankirina wane lê gelek neheqî tê kirin. Wan li inşaetê didin xebitandin û li ser keda wan berjewendiyên xwe bi kar tînin. Gelek ji wan rastî tundiyê tên û hinek ji wan birîndar bûne. Dema ku ez li dijî van bûyeran derdiketim gefa ji kar derxistinê li mi dixwarin. Pereyên ku dewlet ji bo astengdaran dide nadin wan û dixin berîka xwe."

    Li navenda kêmendaman îdîaya destdirêjî û lêdanê
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Li navenda kêmendaman îdîaya destdirêjî û lêdanê

    DOZ HAT VEKIRIN

    Xebatkarê navendê têkildarî bûyerê, serî li Serdozgerîya Erxenî da. Piştî serdanê dozger têkildarî van bûyeran de doz vekir. Di doza ku hat vekirin de hinek malbatên astengdaran û şahidên bûyeran jî îfade dan. Doz hêj bi encam nebûye. Şahidên bûyeran û malbat li bendene ku doz di demek kin de bi encam bibe û kiryar werin darizandin.

    Xarina ku li navendê didin astengdaran
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Xarina ku li navendê didin astengdaran

    Bi heman mijarî:

    Baydemir bangî gelê Amedê kir: Çalekiya deng derxistinê li dar bixin
    Li Amedê bi çekan êrîşî emnîyetê kirin
    Li Amedê operasyon: Zêdetirî 60 kesî hatin desteserkirin
    Polîsan nehişt amedî herin komcivîna HDPê ya Amedê
    HDPê dê komcivîna partiya xwe sibê li Amedê li dar bixe
    Etîketan:
    Li navenda kêmendaman îdîaya lêdan û destdirêjiyê, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de