09:58 18 Tebax 2017
Zindî
    Lîrayê Tirkî

    Dewleta Tirkiyeyê dê 120 hezar lîra tezmînat bide malbata colemêrgî

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 67 0 0

    Dema bavê wî di encama kuştineke kujerê wê nediyar de hat kuştin Fehmî 5 salî bû. Qet bavê xwe ji bîr nekir. Dema mezin bû jî, wî xwe bi delîl dane hev û doz li dewletê vekir vekir û hişt ku dewlet mehkûmî tezmînatê bibe.

    Mehmet Zekî Yilmaz di 9ê Sibat a 1994an de ji aliyê polîsan ve hate desteser kirin. Roja din hate berdan lê jê re gotin "hay ji tevgerên xwe hebe." Paşê di 22ê Sibatê de ji aliyê sê kesan ve hate girtin. Di 25ê Sibatê de laşê wî hate dîtin.

    Ji sala 1994an heya 2003an tekane tişta ku hate kirin ew bu ku dewlet dozê li pîreka wî Kubra Yilmaz veke. Ji ber ku name ji wezîrê dadê yê wê demê Cemîl Çîçek re şandibû, bi hinceta propagandaya rêxistinê doz lê hate vekirin. Dozgeriya Geverê jî di 23 Adara 2009an de doza wî ji ber ku dem boriye de ji tomaran xist. Lê belê Fehmî bi tena serê xwe geriya, li şahidan guhdar kir û dîmenê wan tomar kir. Paşê jî li Dozgeriya Îdarê ya Wanê doz vekir. Doz di 8 Gulan 2017an de bi encam bû.

    Di encama dozê de dadgehê biryar da ku dewlet ji bo Kubar Yilmaz 30 hezar lîreyî ji bo her zarokeke wê 15 jî hezar lîreyî tezmînat bide.

    Bi heman mijarî:

    Bedêla 10 salên girtî wê 10 milyon dolar tezmînat werbigire
    "Ne lêborîn ne jî tezmînat heye tenê Bila kisûra me mêze nekin"
    Parlamentoya Kurdistanê ji bo Zergeleyê ji Tirkiyeyê tezmînat xwest
    Cubeli Ahmed: Standina tezmînatê ne caîz e
    PTT, wê tezmînatê bide Demirtaş
    Etîketan:
    Dewlet dê 120 hezar lîra tezmînat bide malbata kurd, Mehmet Zekî Yilmaz, Colemêrg, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de