09:55 20 Cotmeh 2017
Zindî
    İstanbul'da sel

    Li Stenbolê bobelat: Teyrok barî, lehî rabûn, birûsk ket...

    © REUTERS/ OSMAN ORSAL
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Salih Turan
    0 2801

    Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê îro 27ê Tîrmehê berêvarê ji ber firtone, barîna baranê û teyroka girs jiyan rawestiya. Bi hezaran kes li cihê xwe asê man, seferên metro, keştî û çûnûhatina giştî ya bajêr rawestiyan.

    Li Stenbolê piştî firtoneya teyrokê û barîna barana zêde ya berêvarê, trimbêl di bin avê de man, trafîka bajêr ku bandorê li ser bi milyonan hemwelatiyan dike sekinî û av ket ser gelek kargeh û malan.

    ​Di encama bobelatê de li navçeya Şîşlî dîwarê mezelê Ermenan herifî û tê ragihandin, ji bilî wesayîtan, di navbera 3-5 kesan dibin dîwar de mane û hewlên ji bo rizgarkirinê berdewam dikin.

    ​Keştiyeke rêwiyan ji ber firtoneyê li tehtên nav behrê qelibî, li Haydarpaşa ya navçeya Kadikoyê Vîncek ji ber firtonê qulibî, li navçeya Kagithane ya Stenbolê jî birûsk li depoya kargehekê xist ku agir pê ket.

    ​Navenda Giştî ya Meteorolojiyê ya Tirkiyê car din ji bo Stenbolê hişyarî da û got, tê pêşbînîkirin firtone, şilîya zêde û teyrok li demjimêrên pêş jî berdewam bike û xwest, hemwelatî bi tevdîr tevbigerin.

    Bi heman mijarî:

    Şandeya YNKê serdana Tevgera Goran kir
    Pûtînî ji bo çareseriya Sûriyeyê giringtirîn peywir eşkere kir
    Pûtîn: Nirxandina xebatên Trump ne karê Rûsyayê ye
    Pûtîn: Hevkarîya bi Çînê re ji bo welatên sêyemîn nehatîye arestekirin
    Îran bi serkeftî moşeka bi navê Sîmorghê ceriband
    Etîketan:
    Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de