09:05 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Baydemir: Welat vegûherandine girtîgehê û zilm tê kirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 80 0 0

    Berdevkê HDPê Osman Baydemîr ji têkildarî şert û mercên çalakîya "Nobeta Wijdan û Edaletê" axivî û got: "Welat vegûherendine girtîgehê. Rewşa Awarte li hemû Tirkiyeyê hat ragihandin, lê ya li bajarê kurda Kargeriya Pihêtkirî ye. Li vir li me li HDPê zilm tê kirin. Ev faşizm e, faşîzma safî ye."

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan
    © REUTERS/ Yasin Bulbul/Presidential Palace
    Li Amedê çalakiya "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya parlamenterên HDP'ê di roja 3emîn de didome. Polîsan bi barîyeran koma parlamenterên HDP'ê dorpêç kirine û hemû ketin û derketina welatiyan qedexe kirine. Ji çêkirina çayê bigire heta çûyîna serdana malbatên parlamenteran rastî astengiyê tên. Berdevkê HDPê Osman Baydemîr têkildarî mijarê ji ajansa Spûtnîk Kurdistan re axivî. Baydemir parka ku lê nobetê digirin şiband girtîgeha servekirî û wiha anî ziman: "Welatek bi tevahî çawa vediguhere girtîgehê, Welatek bi tevahî vediguhere girtîgehê? Dema ku hûn ji jor wêneyek vê parkê bigrin hûn ê bersiva vê pirsê bibînin."

    ‘WELAT VEGÛHERANDINE GIRTÎGEHÊ'

    Baydemîr wiha berdewam kir: "Em 11 parlamanter ev 3 roje em dibin tecridê dene û ji gelê xwe têne îzole kirin. Di nava barîyeran de bariyer danîne. Ji sedî 70yî vî bajarî deng daye HDPê, lê destû nayê dayîn ku bijartiyên vî bajarî bi bajêr re bigihêjin hev. Em nikarin pêwistiyên xwe yê insanî pêk bînin. Destura lihêv, balîv û hesîra jî nadin. Ji bo ku em li bin sîya vê darê runên bi seatan me hevdîtin kir. Ji bo kursîya jî tenê destura 11 heban dan. Ne ku em gazina dikin, em dixwazin bila raya giştî neritên ku em lê rast tên bibîne. Ev hemû nîşan dide ku ev welat vegûherandine girtîgehê. Ne tenê hevserok û parlamanaterên me di girtîgehan de ne, em jî îro liv ir di girtîgehê de ne.

    ‘LI ME, LI HDPÊ ZILM TÊ KIRIN'

    Baydemîr diyarkir ku şert û mercên Rewşa Awarte li bajarên kurda cûda ye û wiha berdewam kir: "Rewşa Awarte li hemû Tirkiyeyê hat ragihandin, lê ya li bajarê kurda Kargeriya Pihêtkirî ye. Ev nêrina ‘Bila kurd dayika xwe nebine' ye. Li vir li me li HDPê zilm tê kirin. Ev faşizm e, faşîzma safî ye. Rêya xelasbunê jî wijdan û wêrekî ye."

    Bi heman mijarî:

    Baydemir bangî gelê Amedê kir: Çalekiya deng derxistinê li dar bixin
    Baydemir: Hûn bibin Hitler, em ê jî bibin Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Mazlum Dogan
    Baydemir bo Erdogan: Serxwebûn bo te çima ferz e, lê bo kurdan wê ne ferz be
    Baydemir: Lenet li her du yan jî bê
    Baydemir: Herdu alî jî hebûna xwe di şer û pevçûnan de dîtin
    Etîketan:
    Çalakiya 'Nobeda Wijdan û Edaletê', Berdevkê HDPê, Osman Baydemîr, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de