18:21 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    Fezlekeyeke din derbarê Demirtaşî de hat amadekirin

    © AFP 2017/ OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2000

    Ji ber îfadeya Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattin Demirtaş ku li dozgeriyê êvara ku hatibû binçavkirin dabû fezleke hat amadekirin.

    Li gorî nûçeya Dihaberê, fezlekeyeke din derbarê hevserokê HDPê Selahattin Demirtaşê li girtîgeha Tîpa Fyê ya Edinreyê deye hatiye amadekirin û bo parlementoya Tirkiyeyê hatiye şandin. Fezleke derbarê îfadeya Demirtaşî de ye ya ku di 4ê Temûza 2016an da li serdozgeriyê dabû û di wê fezlekeyê de tê îdîakirin ku hevserokê HDPê heqaret li serokkomarê Tirkiyeyê kiriye.

    Demirtaşî di îfadeya xwe de wiha gotibû:

    Em nûnerên gelî yên hilbijartî ne. Em ne şexsê xwe lê wê girseya ku em hilbijartine temsîl dikin. Ez niha endamê parlelementoyê me û mafê min ê parêzbendiyê heye. Ez wek parlementer li pêşberî we me. Ne pêkan e, em destûrê bidin ku bêrêzî li vê nasnameyê û li vîna gelî were kirin. Ez qet xwe nadim alî ji ber wê yekê ku li ber dadgeheke bêalî û biedalet hesabî bidim. Jixwe ti hesabên min tine ku nedim. Li himberî şexsê we jî ti bêrêziya min tine. Lê belê qebûl nakim ku di vê şanoya dadê de cih bigirim ku Erdoganê raboriya wî bi şik û guman emir daye ku were lidarxistin. Anîna min a vê derê jî derhiqûqî ye. Ti daxwaz û hêviyên min ji we tine ne. Tenê gelê min û hilbijêrên min dikarin min ji ber çalakiyên min ên siyasî darizînin."

    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di fezlekeya ku di Rêbendana 2017an de amadekiriye de, ev gotinên xweparastinê yên Demirtaşî wek heqareta li serokkomarî nirxandin. Dozgeriya ku xwestiye parêzbendiya Demirtaşî were rakirin fezleke amade kiriye û şandiye Wezareta Dadê. Wezaretê jî fezleke di rojên borî da şandiye parlementoyê.

     

    Bi heman mijarî:

    Almanya ji mueyîdeyên DYA yên li hember Rûsyayê bi endîşe ye
    Fitch: Dibe mueyîdeyên Amerîkayê bandoreke erênî li Gazpromê bike
    Hevserokê HDPê Demirtaş bi nameyekê bersiv da Serokomar Erdogan
    Demirtaş rêjeya dengê partiya xwe eşkere kir
    Demirtaş: Ez dixwazim bi rêya telekonferansê beşdarî civîna partiya xwe bibim
    Demirtaş cara ewil li pêşberî dozger dê parastina xwe bike
    Demirtaş di derbarê meşa edaletê de peyam şand
    DMMEyê ji bo Demirtaş û parlamenterên girtî parastin ji Tirkiyeyê daxwaz kir
    Etîketan:
    Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de