21:51 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    Guardîan: Daxuyaniyên Erdogan wê bibin sedema rakeşiyên nû

    © REUTERS/ Yasin Bulbul/Presidential Palace
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 75 0 0

    Rojnameya Ingilîzî Guardîan, di hejmara xwe ya îro de cih da daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Erdogan ku duhî li Enqerê gotibû "Birêveberiya Israîl her roj bi sepaneke nû hewl dide ku karakterê Îslamî yê Qudsê birûxîne. Rojnameya Guardian eşkere kir ku daxuyaniyên Erdogan wê li herêmê bibin sedema rakêşiyên nû.

    Nûçeya ku BBC Tirkî veguhastibû, bi navê Peter Beaumont derçûye. Li gor Beaumont, Serokomar Erdogan bi axaftina xwe ya duhî beşdarî krîzê bû. Di nûçeyê de ev gotinên ji axaftina Erdoganî hatine veguhestin: "Birêveberiya Îsraîlê ku ji bêhêziya misilmanan a heyî, ji perçebûna wan cesaretê werdigre û her roj bi sepaneke nû hewl dide ku karakterê Îslamî yê Qudsê birûxîne. Kes nikare li wê hêviyê be ku em êdî li hember durûtiyan bêdeng bimînin."

    Piştî ku di 14ê Tîrmehê de du polîsên Îsraîlê li dora Mescîda Aqsa hatibûn kuştin, Îsraîlê li dedektorên lêgerînê danîbûn dora Mescîda Aqsa û filistîniyan jî bertekên tund nîşan dabûn.

    Filistiniyên ku li hemberî hemû lêgerînên di têketina li Mescîda Aqsayê ne banga xwepêşandanan kiribûn. Di navbera filistînî û hêzên ewlehiya Îsraîlê de pevçûn derketibûn û di encamê de 3 filistîniyan jiyana xwe ji dest dabû.

    Piştî bertekan Îsraîlê dedektor rakiribûn lê, kamera bi cih kiribûn. Filistînî jî tu bergiriyên ewlehiyê li Mescîda Aqsa qebûl nakin.

    ROJÊN ÎMPERETORIYA OSMANÎ LI PAŞ MAN

    Di nûçeya Guardinê de tê gotin ku rêvebirên Îsraîlê gotinên Erdoganî tewş dibînin û balê dikêşin binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyê ye.

    Di nûçeyê de axaftina berdevkê wezareta Derve ya Îsraîlê Emmanuel Nahshon jî cî digre. Emmanuel Nahshon gotibû: " Rojên Împeretoriya Osmanî li paş mane. Tewşe ku dewleta tirk a ku Qibris dagirkiriye, kêmareya kurd bi awayekî zalimane di çewisine û rojnamegeran diavêje hepsê, dersê bide tekane demokrasiya rastîn a Rojhilata Navîn.

    Berdevkê wezareta derve balyoz Huseyin Muftuoglu jî bersiv dabû Nahshon û gotibû: "Em daxuyanî ya hed nezan a berdevkê Îsraîl şermezar dikin."

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu behsa kurdan kir û got: Erdogan kesê herî dawî ye ku şîretan li Îsraîlê bike
    Washîngton ji biryara Îsraîlê kêfxweş e
    Îsraîlê balyoz û konsolxaneyên xwe girtin
    Nadiya Murad li Parlamentoya Îsraîlê behsa kurdên êzdî kir
    Tankên Îsraîlê eniyên Hamasê topbaran kirin
    Etîketan:
    Bûyerên dawî yên Mescîda Aqsayê, Rojnameya Guardian, Recep Tayyip Erdogan, Îsraîl, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de