07:52 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Partîyên Kurdan girtin û zextên ser malbata Dr. Abdulselamoglu şermezar kirin

    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 129 0 0

    Partiyên siyasî yên Kurd bi daxuyaniyeke hevbeş, kiryarên li ser malbata nivîskar û akademîsyenê Kurd Dr. Yaşar Abdulselamoglu şermezar kirin û xwestin, endamên malbatê û mêvanê wan werin berdan.

    Şeş partiyên siyasî yên; Tevgera Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-T) Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) li ser desteserkirina endamên malbata Yaşar Abdulselamoglu û mêvanê wan ê Brîtanî daxuyaniyeke hevbeş dan.

    Partiyên Kurd daxwaza berdana kesên desteserkirî kirin û gotin: "Hevjîna Akdemisyen û endamê Însiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê (Herêma Kurdistanê) Yaşar Abdulselamoglu, keça wî û mêvaneke wî ya brîtanî ji 22yê Tîrmeha 2017an ve li bajarê Aydinê ji aliyê hêzên têkoşîna li dijî terorê ve hatine desteserkirin."

    'EM DESTESERKIRINA WAN KESÊN BÛNE MEXDURÊN OHALÊ ŞERMEZAR DIKIN'

    Di daxuyaniyê de zextên li dijî malbata Abdulselamoglu hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: "Em desteserkirina wan kesan weke mexdûrên rewşa awarte (OHAL) ku ti hesabekî ji mafên mirovan û azadiyan re nake, şermezar dikin û daxwaza demildest berdana malbata hevalê xwe û mêvanê wî dikin."

    Daxuyaniya hevbeş bi navên; Berdevkê Tevgera Azadî, Ayetullah Aşitî, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PDKT-T M.Emin Kardaş, Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek û Serokê Giştî yê OSPê Sinan Çiftyurek hat weşandin.

    ABDULSELAMOGLU BÊDENGÎ REXNE KIR

    Yaşar Abdulselamoglu jî li ser twitterê rexne li helwesta dijî malbata wî tê nîşandan kir û yên bêdeng bimînin jî wekî 'belengaz' nirxandin.

    Bi heman mijarî:

    Topbarana artêşa tirk ya li ser Efrînê dewam dike, tankên tirk sînor derbas kirin
    Serokwezîrê berê ji hemwelatîyê hat derxistin
    Fed biyara xwe yê faîzê eşkere kir
    Edhem Barzanî: Serokê Goranê got, serxwebûna Kurdistanê mafekî pîroz e
    Koreya Bakur dîsa gef li Amerîkayê xwar
    Li seranserê Rojhilata Navîn metirsiya şerê olî
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de