08:41 17 Cotmeh 2017
Zindî
    'Nobeda Wijdan û Edalet' a HDPê

    Baydemir bangî gelê Amedê kir: Çalekiya deng derxistinê li dar bixin

    © Sputnik/ Sertac Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 3510

    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay di axaftina xwe de ragihand ku ji ber li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê tedbîr nehatine girtin, gelê Tirkiyeyê di bin metirsiyê de ye.

    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay di axaftina xwe de got: "Ji ber ku li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê tedbîr nehatine girtin, gelê Tirkiyeyê di bin metirsiyê de ye. Berdevkê HDPê Osman Baydemir jî bang li gelê Amedê kir ku her êvar çalakîya deng derxistinê li darxin.

    'Nobeda Wijdan û Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di roja 2yemîn de li Parka Ekîn Cerenê ya li Amedê dewam dike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay îro çû serdana parlamanteran û piştgirî da çalakiyê. Wekîlan dowîzên "Em Ranewestin, Bêjin Raweste", "Ji tecrîdê re na", "Em ê bi ser kevin" û "Mafê kedkaran nayê xespkirin" hilgiritn. Piştî ziyaretê Kemalbay daxuyanî da çapemeniyê.

    ‘GELÊ TIRKIYEYÊ DI BIN METIRSIYA DAIŞÊ DE YE'

    Kemalbay diyar kir ku ji bo civak ji vê tariyê derkeve, ev çalakî gelekî girîng e û got: "Ji bo gelê me bigihêje azadiyê em vê têkoşînê didin. Ez vê çalakiya ku ji duh ve hatiye destpêkirin silav dikim. Duh rûniştina 5ê Hezîranê bû. Heke li Tirkiyeyê edalet hebûya, dê komkujiya 5ê Hezîranê pêk nahata. Ji ber ku li dijî DAIŞ'ê tedbîr nehatiye girtin, gelê Tirkiyeyê di bin xetereyê de ye. Kes nikare vîna gel tune bihesibîne, daxwaza ku deriyê HDP'ê nifte bikin û tayînkirina qeyûman vê dide nîşan. Hûn çiqasî derbekar dibin bibin, em ê jî têkoşîn û berxwedanê bimeşînin. Em ê li dijî debeya we azadiyê biparezin."

    BAYDEMIR BANG LI GELÊ AMEDÊ KIR

    Piştre Berdevkê HDPê Osman Baydemir axivî û ji bo çalakîya deng derxistinê bang li gele Amedê kir. Baydemir wiha got: "Werin em bi hevre van barîyeran rakin. Ev tevgera Gandî ye. Em bang li gele Amedê dikin, werin em her êvar seat di 21.00an de çalakîya deng derxistinê li darxin. Seat di 21.00an de em li Amedê bibin denge wijdanan. Bi korna, çepik û deng derxistinê em tecrîd û barîyeran rakin. Çalakîya me dê 7 roj û 24 seatan berdewam bike.
    Piştî axaftinan parlamanterên HDPê di nava bariyerên polisan de volta avêtin.

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Hûn bibin Hitler, em ê jî bibin Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Mazlum Dogan
    Baydemir bo Erdogan: Serxwebûn bo te çima ferz e, lê bo kurdan wê ne ferz be
    Baydemir: Lenet li her du yan jî bê
    Baydemir: Herdu alî jî hebûna xwe di şer û pevçûnan de dîtin
    Baydemir bertek da Erdogan: Hedê xwe bizane
    Baydemir: Min jî dixwest ji bo serxwebûna Kurdistanê dengê erê bidim
    Etîketan:
    'Nobeda Wijdan û Edalet' a HDPê, Hevseroka Giştî ya HDPê, Berdevhê HDPê, Serpîl Kemalbay, Osman Baydemir, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de