13:29 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Li Amedê polîsan destûr neda ku parlamentarê HDPê balîf û kartonan bixin parkê!

    Amed: Polîsan destûr neda parlamentarên HDPê balîf û kartonan bixin parkê!

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 60 0 0

    HDP, li Amedê li Parka Ekîn Cerenê bi diruşma "Em ranewestin, bidin rawestandin, faşîzmê rawestînin!" çalakiya "Nobeta Wijdan û Edaletê" da destpêkirin.

    Welatiyên ku xwestin tevlî çalakiyê bibin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

    Her çiqas hawîrdora parkê ji aliyê polîsan ve hat girtin jî welatiyan bi çepik û tilîliyan piştevaniya parlementeran kir. Di çalakiya ku piştî komcivîna HDPê hat destpêkirin di bin dorpêça polisan de berdewam dike.

    POLÎSAN DESTÛRA BALÎF Û KARTONAN NEDA

    Piştî dinya hênik bû parlamentaran xwest ku ji bo xwe lihêf, balîf û kartonan bînin parkê. Lê polisan ji bilî lihêfan destûr neda parlamanteran û karton û balîf nexistin hundirê parkê.

    Polîsan hinceta qedexeyê weke ‘talîmat wiha ye.' nîşandan. Herwiha parlamentaran bertek nîşanî polîsan da û li ber rê dest bi çalakîya rûniştinê kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Termê xortê Kurd hat dîtin
    Rojnamevanê Rûsî: Tirkiyê berî niha jî ji Rûsyayê çek kirîn
    Ewropayê 3 şert danîn ber Tirkiyê
    Balafirên şer ên tirk li dijî baregehên PKKê operasyon pêk anîn
    Rêberê Şîayên Iraqê partiyeke nû damezirand
    Muzeya Parastin a Pîroz ya li Tehranê
    Hikûmeta Iraqê: Emîrê Dîwana Eşîran hat girtin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de