07:54 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Selahattin demirtaş

    Demirtaş bersiv da pirsa gelo hûn ê çi wext bên berdan?

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4610

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ragihand ku ti gumana kesî ji hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê nîne, lê Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan piştî vê yekê, derbeya sivîl kiriye û dixwaze hemû dijbereyan bêdeng bike.

    Rojnameya Neue Zuercher Zeîtûng a li Swîsreyê ku bi zimanê elmanî tê weşandin, bi Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş re hevpeyvînek kir. Demirtaş di hevpeyvînê de destnîşan kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan darbeya sivîl kiriye û li dijî vê darbeyê ji partiyên siyasî wêdetir, mutabaqat û têkoşîna hevpar a beşên cuda yên civakî girîng e.

    'ERDOGAN DARBEYA SIVÎL KIR'

    Demirtaş da zanîn ku Erdogan ji hewldana darbeyê ya 15ê Tîrmehê sûd wergirtiye, bi vî rengî darbeya sivîl kiriye û got: "AKPê nehişt hewldana darbeyê ya 15ê Tîrmehê ji her alî ve eşkere bibe. Aliyê siyasî yê darbeyê nixumand. Vedişêrin bê çima darbekar berî bikevin nava liv û tevgerê negirtine. Bêguman hewl hate dayin darbeyek bê kirin. Lê belê AKPê şaşitî, kêmasî û sûcên xwe yên rê li ber vê encamê vekir, nixumand. Erdogan ev hewldana darbeyê ji xwe re kir firsend û li hemberî dijberiya li Tirkiyeyê darbeya sivîl kir. Bandora vê darbeya sivîl jî hê dewam dike."

    'REXNE DIKARIN BÊN TALOQKIRIN'

    Demirtaş wiha pê de çû: "Civak li hemberî faşîzmê dikare li dora 'edaletê' li hev bicive, bi hev re têbikoşe û destnîşan kir ku CHP û HDPê dikarin rexneyên xwe yên li hemberî hev taloq bikin. Girîng e ku civak tev li dora nirxê 'edaletê' bicivin. Ji tifaqa navbera partiyên siyasî wêdetir, mutabaqat û têkoşîna hevpar a beşên civakê girîng e. Rexneyên CHP û HDP'ê li hemberî hev hene. Lê belê ev rexne di vê demê de dikarin bên taloqkirin."

    GELO HÛN Ê ÇI WEXT BÊN BERDAN

    Demirtaş ragihand ku ew weke dîlgirtiyê siyasî hatiye girtin û ji bo pirsa "Hûn ê kengî derkevin?" ev bersiv da: "Ev yek wê bi têkoşîna em ya li derve û girtîgehê diyar bibe. Ji ber ku nepêkane min derxînin pêşberî dadgeheke adîl, encama vê pêvajoya dadgeriyê jî wê rewşa siyasî diyar bike. Têkoşîna azadiyê ya civakê û rewşa me bi hev ve girêdayî ne. Çiqasî bimînim jî ez ê têkoşînê bidomînim. Ez ê timî xwedî li pîvanên demokrasî, azadî û aştiyê derkevim."

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Ez dixwazim bi rêya telekonferansê beşdarî civîna partiya xwe bibim
    Dadgehê cezayê girtîgehê yê Demirtaş betal kir
    Hevserokê HDPê Demirtaş bi nameyekê bersiv da Serokomar Erdogan
    Ji bo Demirtaş kelepçe nexist destê xwe ew nebirin dadgehê
    Etîketan:
    têkoşîn, sivîl, derbe, Rojnameya Neue Zuercher Zeîtûng, Recep Tayyip Erdogan, Selahattin Demirtaş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de