13:34 20 Cotmeh 2017
Zindî
    HDP - Osman Baydemir

    Baydemir: Hûn bibin Hitler, em ê jî bibin Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Mazlum Dogan

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 5840

    Berdevkê HDPê Osman Baydemir di komcivîna partîya xwe ya li Amedê de axivî û ragihand ku, "Li hûndir û li derve dijminatîya kurdan dikin. Ger ku hûn bibin Yezid em sond dixwin em jî dê bibin Hz. Huseyin. Ger hûn bi biryar bin hûn bibin Franco û Hitler em jî dê bibin Qazî Mihemed, Şex Seîd, Mazlum Dogan."

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) komcivîna xwe ya vê hefteyê li Amedê li darxist. Komcivîn li Parka Ekin Ceren ya Peyase bi axaftina Berdevkê HDPê Osman Baydemir di bin germê de hat lidarxistin. Baydemir di axaftina xwede balkişand ser dorpêça polîsan û got: "Dixwazin axa mirinê bavêjin ser vî gelî. Tê xwestin ku hebûna gelekî bê tune kirin. Ji bo em vê axa mirî bavêjin ji ser vî gelî bavêjin û ji zilmê re bejin ‘Na' em li virin. Bi polîtîkayên hikumetê demokrasî di bin dorpêçê deye. Vîna gelê ku em wan temsîl dikin weke ku hatîye dagirkirin. Ji bo vê yekê berz bikin em îro li virin."

    BAYDEMİR BI SIRUDA ‘EY REQİB' BERSIV DA

    Baydemir di axaftina xwede sirûda netewî "Ey Reqîb" xwend û wiha berdewam kir: "Ew dibêjin ‘divê hûn bimrin' lê bi zanibin ku kurd namirin. Li ser kurdan Kerbela ferz dikin. Ger ku hûn bibin Yezid em sond dixwin em jî dê bibin Hz. Huseyin. Ger hûn bi biryar bin hûn bibin Franco û Hitler em jî dê bibin Qazî Mihemed, Şêx Seîd, Mazlum Dogan."

    ‘İRADEYA 6 MILYONA NAYÊ KELEPÇEKIRIN'

    Baydemir balkişand ser girtina hevserok û parlamanterên HDPê û wiha pê de çû: "Dawîya zilme tune ye. Kes bi zilmê bi serneketîye. Ev erdnîgarî ji dagirkerîya Moxolan ve derbas bû lê bingeha vî gelî ewqas kûr e ku qet zilmê qebul nake. Ev rejîm bi nenaskirina 7ê Hezîranê destpêkir. Bi girtina Hevserok û parlamanterên me rûpela faşizmê vebu. Îradeya 6 mîlyona nayê kelepçekirin. Mafê hilbijartinê nakeve zindanan. Li şûna şaredarên ku gel hilbijartine qeyûm nayê tayînkirin. Em hemû hevalên xwe silav dikin. Heta ew azad nebin em azad nabin."

    Polîsan nehiştin gel beşdarî komcivîna HDPê bibin
    © Sputnik/
    Polîsan nehiştin gel beşdarî komcivîna HDPê bibin

    ‘LI HINDIR Û LI DERVE DIJMINATİYA KURDA DIKIN'

    Baydemir balkişand ser buyerên li Rojava û wiha got: "Ew faşizme li me ferz dikin lê em li dijî vê aştiyê diparêzin. Li hûndir û li derve dijminatîya kurdan dikin. Pêvajoya çareseriyê ji bo ku tenê bi desthilatdar bin xera kirin. Ev sekna me û çalakîya me ji bo gelê me yê Rojava ye jî. Ev banga me ji bo kesên ku li gelê me yê li bajarên kurdan gef dixwine jî ye. Carek di em dibêjin heta ku Hevserokên me Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, parlamanter û hevşaredarên me di zindanan de bin dê nobeta me ya edalet û wijdanê dewam bike.

    Parlamneterên HDPê yên beşdarî komcivîna partiya xwe bûn
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Parlamneterên HDPê yên beşdarî komcivîna partiya xwe bûn

    PARLAMANTERAN DORPÊÇKIRINA POLISAN BI VOLTAYAN ŞERMEZARKIR

    Piştî axaftina berdevkê HDPê Osman Baydemir, parlamenterên HDPê li dijî helwesta dorpêçkirina çalakîya nobetê ya polîsan bertek nîşan dan. Parlamenterên HDPê Ahmet Yildirim, Huda Kaya, Garo Paylan, Nadir Yildirim, Behçet Yildirim, Feleknas Uca, Nimettullah Erdogmuş, Ziya Pir, Muslum Dogan, Dilan Dirayet Taşdemir û Ayşe Acar Başaran bertekên xwe bi tur avêtinê an go voltayan dan nîşandan. Parlamenteran da xuya kirin ku Tirkiye veguheriye girtîgehek servekirî.

    Bi heman mijarî:

    Polîsan nehişt amedî herin komcivîna HDPê ya Amedê
    HDPê dê komcivîna partiya xwe sibê li Amedê li dar bixe
    Pasaporta parlamentera HDPê hat betalkirin
    HDPê ‘Deklerasyona Têkoşîna Hevpar' eşkere kir
    Parlamentera HDPê hat desteserkirin
    Etîketan:
    komcivîn, HDP, Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de