21:52 23 Cotmeh 2017
Zindî
    S-400

    Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê bersiva S-400î da Amerîkayê

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Îlnur Çevîk bertek nîşanî peyvên Sererkanê Giştî yê Amerîkayê Joseph Dunford da.

    Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Îlnur Çevîk bertek nîşanî peyvên Sererkanê Giştî yê Amerîkayê Joseph Dunford ku gotibû ‘heke Tirkiye moşekên S-400î ji Rûsyayê bistîne ev dê bibe sedema endîşeyê' Çevîk di bersivdayîna xwe de got: "Hûn çekan didin YPG û Serokê FETOyê Fethullah Gulen li welatê we dijî em ji bo van endîşe nekin ji bo çi endîşe bikin."

    ‘PÊŞÎ ME GOT BELKÎ HENEKA 1Ê NÎSANÊ BE'

    Îlnur Çevîk di gotara xwe ya bi navê "Vah vah! ABD kaygı duyarmış…" ya rojnameya Yeni Birlikê de got: "Sererkanê Giştî yê Amerîkayê Joseph Dunford dibêje ‘Tirkiye hê ji Rûsyayê pergala parastina moşekên S-400î ne stendiye û nastîne, lê ku bistîne wê Amerîka têkeve nava endîşeyan…' Pêşî me got belkî ev heneka 1ê Nîsanê ye, lê paşî derket holê ku mêrik gelekî cidî ye."

    ‘HÊVÎ DIKIM PEYMAN BI RÛSYAYÊ RE WERE ÎMZEKIRIN KU HINEKÎ JÎ DUNFORD TÊKEVE NAVA ENDÎŞEYAN'

    Çevîk di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: "Kî van peyvan dibêje patronê Pentagonê. Ev kîjan Pentagon e? Ev Pentagona ku li Sûriyeyê PKK, PYD û YPG perwerde dike kiriye bela serê me û welatê me tehdîd dike. Yanî Pentagona ku li Tirkiyeyê rê dide van rêxistinan."

    Bi heman mijarî:

    ‘Divê NATO bi rêkeftina S-400 a Rûsya-Tirkiyê kêfxweş bibe’
    RBK: Rûsya dixwaze heba moşekên S-400, bi 500 milyon dolaran bide Tirkiye
    Wezîrê Tirkiyeyê İşik: Xebatên me yên bi Rûsya re yên derbarê S-400 de gihişt bidawîbûnê
    Amerîka bi şandina S-400 û Su-35ên Rûsî bo Çînê ket metirsiyê
    Parlamentarê Rûsî: Me S-400 ji Çînê re şandin Tirkiye di dorê de ye
    Etîketan:
    Pergala parastina moşekên S-400î, Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyê, Joseph F. Dunford, Îlnur Çevîk, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de