05:42 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Destdirêjî

    Li Tirkiyeyê bûyerên destdirêjî yên li hemberî zarokan ji sedî 700 zêde bûn

    © AFP 2017/ Oli SCARFF
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Li Tirkiyeyê raporteke ku bûyerên destdirêjî yên li hemberî zarokan ji sedî 700 zêdebûne hat weşandin. Li gorî raportê ji sedî 95ê bûyeran veşartî dimînin.

    Komeleya Rehabîlîtasyon û Pêşgirtina Şidetê raportek bi navê ‘Raporta Destdirêjiya Zarokan a 2016an' weşand. Li gorî raportê di 10 salên dawî de bûyerên destrijî yên li hemberî zarokan ji sedî 700 zêde bûye.
    Li gorî nûçeya rojnameya Postayê di raportê de ev hurgilî cih digirin:

    • Ji sedî 5ê destdirêjiya li hemberî zarokan derdikeve, lê ji sedî 95 veşartî dimîne.
    • Di sala dawî de 400 zarok rastî destdirêjiyê hatin.
    • Rêjeya bûyerên destdirêjî yên li hemberî zarokan di 10 salên dawî de ji 300 hezarî bihurî.
    • Ji sedî 66ê kesên destdirêjkar eqrebe, cîran û naskiriyê zarok e.
    • Ji sedî 9ê destdirêjkaran bi zarok re di heman avahiyê de dijî.
    Etîketan:
    Rêjeya destdirêjiya li hemberî zarokan zêde bû, Komeleya Rehabîlîtasyon û Pêşgirtina Şidetê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de