17:49 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB)

    Li Elazîzê balafira ku rabû piştî demekê ket

    © AP Photo/ Eric Gay
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 13410

    Hat ragihandin ku şevê din li bajarê Elazîzê yê Tirkiyeyê balafira bi modela ANKA ku ji bo ceribandinê rabû piştî demekê ji ber sedemeke teknîkî ket.

    Li gorî zanyariyên berdest, Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB) a bi modela ANKA ji balafirxaneya Elazîzê rabû. Balafir piştî rabûnê bi demekê ji ber arîzeyeke teknîkî ket.

    Piştî ketina balafirê berpirsên leşkerî yên artêşa Tirkiyeyê herêma bûyerê ji çûn û hatinê re girtin û dest bi lêkolînan kirin.

    Balafira ku ketibû piştî lêkolînê ji terefê heyeta tekniker ve ji bo vekolîna berfireh birin Fermandariya Kolorduya 8emîn a Bajêr.

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê balafir ket: Hemû kesên di nav de jiyana xwe ji dest dan
    Li Kubayê balafir ket
    Li bajarê Samsunê yê Tirkiyeyê balafir ket xwarê
    Li Awistiralyayê balafir ket
    Li Rioyê balafir ket: Dadgerê Dadgeha Bilind a Brezîlyayê jî tê de bû
    Li Çînê balafir ket: 2 mirî
    Etîketan:
    Li Elazîzê balafir ket, ANKA, Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB), Elazîz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de