17:50 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Erdogan - Ala Tirk û Ala Amerîkayê

    Erdogan bersiv da Amerîkayê: Tercîha xwe em dikin

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 8601

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di vegera serdana welatên Kendavê de daxuyanî dan.

    Erdogan li ser çareseriya krîza Qeterê û pirsên herêmî diyar kir ku wan li ser rêbazên çareseriyê danûstandin kiriye û got, "Helwesta Qeterê hêjayî şanaziyê ye. Di hevdîtinên bi Erebîstana Siûdî re de, hêviyên xwe anîn ziman. Hêviya me ew e ku li dinyaya îslamê yekîtî û bihevrebûn pêk were."

    Serokomarê Tirk rexne li Îsraîlê girtin û da zanîn, ‘Astengkirinên li Mescîda Eqsa nayê qebûlkirin. Ez Îsraîlê vedxwînin ku li gor nirxên mirovî tevbigere."

    'S-400 ÇIMA DIBIN METIRSÎ?'

    Erdogan li ser daxuyaniyên rêveberîya Amerîkayê yên li ser 'metirsiyên li ser hevdîtinên ji bo S-400an' û got, "Çima (Hevdîtinên S-400) bibin sedema metirsiyê? Her welatek ji bo ewlehiya xwe neçar e tedbîran bistîne. Van bergiriyên ewlekariyê ji kî bixwaze dikare bistîne. Me bi Amerîkayê re jî hin hevdîtin kirin. Li ser S-400an jî me hevdîtin kirin. Dema çekên cuda tên bikaranîn nabin sedema fikaran, lê S-400 dibin sedema metirsiyê. Dema Patriot têne bikaranîn nabin metirsî. Em bi kî re bixwazin, emê wan tercîh bikin û hilberînê bikin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em plan dikin li Idlibê herêmên kêmkirina rageşiyê ava bikin
    Lavrov biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxand: Mafekî meşrû ye
    'Standina S-400î ya Tirkiye, tê wateya têkçûna Amerîkayê li hemberî Rûsyayê'
    Lavrov: Divê kurd, beşdarî pevajoya çareseriya li Sûriye bibin
    Bizavkarê Êzidî: 1700 kes bi kirîna ji bazarên DAIŞê yên koleyan hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de