18:21 18 Cotmeh 2017
Zindî
    HDP- Hevseroka HDPê Kemalbay- Serpil Kemalbay

    HDPê dê komcivîna partiya xwe sibê li Amedê li dar bixe

    © Foto: Navenda HDPê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 56 0 0

    HDP komcivîna xwe ya meclisê sibê bi tevlîbûna rayedar û parlamanterên HDPê dê li Amedê li dar bixe. Berdevkê HDPê Osman Baydemir ragihand ku bê tundî, bê kevir, bê dar em ê bi temamî berxwedaneke wijdan û edaletê ku wê tê de tu enstrumanekî tundiyê tunebe, komcivîna xwe pêk bînin.

    Hate ragihandin ku civîn seat di 12.30an de li Parka Ekin Ceren ya navçeya Peyasê dê bi axaftina Baydemir destpêbike.

    Piştî civinê parlamanterên HDPê dê li heman parkê nobeta demokrasiyê ku 7 roj dewam bike bigirin. Li gorî agahiyê hatin destxistin walitîya Amedê destûr daye vê çalakiyê.

    Berdevkê HDPê Osman Baydemir eşkere kir ku sibê komcivîna partiya xwe dê li Amedê pêk bînin û got: "Emê sibê komcivîna xwe li Amedê bikin. Bê tundî, bê kevir, bê dar em ê bi temamî berxwedaneke wijdan û edaletê ku wê tê de tu enstrumanekî tundiyê tunebe, pêk bînin. Emê 7 rojan ji bo wijdan, demokrasî, wekhevî, azadî, edalet û aştiyeke birûmet li derva nobedê bigirin. Emê hefteya ewil li Amedê bin. Paşê hefteya duyemîn emê li Stenbolê bin. Piştre jî emê bi dorê li Wan û Îzmirê bin. Mehekê bênavber li çar herêman dê berxwedana wijdan û edaletê dewam bike.

    Bi heman mijarî:

    HDP beşdarî mîtînga meşa edaletê dibe
    HDP beşdarî ‘meşa edaletê' bû
    HDP: Destwerdana Efrînê metirsiya şerê kurd û tirk zêdetir dike
    HDP: Biryara referanduma serxwebûnê ser xêrê be
    HDP kongreya xwe ya derasayî li dar dixe
    Etîketan:
    komcivîn, HDP, Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de