09:07 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Polîs - binçavkirin

    Li Stenbolê operasyona bertîlwarinê: 55 jê polîsên trafîkê 97 kes hatin binçavkirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Li Stenbolê li hemberî kesên bertîlxwar operasyoneke berfireh hat lidarxistin. 55 jê polîsên trafîkê 97 kesên ku destûra mîkserên betonê didan hatin binçavkirin.

    Li gorî nûçeya Çetin Aydinê rojnameya Hurriyetê, tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Sûcên Organîzê yên Stenbolê agahiyên ku polîsên trafîk ên Midûriyeta Ewlehî ya Bajêr bertîlê dixwûn standin. Piştî agahiyê şopa fîzîkî û teknîkî dest pê kir. Di encama şopa teknîkî de derket holê ku polîsên trafîkê ji ajovanên wesayîtên xerfiyat û mîkserên betonê bertîlê dixwun.

    55 JÊ POLÎSÊ TRAFÎKÊ 97 KES HATIN BINÇAVKIRIN

    Li gorî nûçeyê, piştî şopa teknîkî kesên ku bertîl didan polîsên trafîkê hatin tespîtkirin û îro berê sibehê operasyon hat destpêkirin. 55 polîsên trafîkê berê sibehê li ser kar û 42 kesên ku bertil dabûne wan hatin binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê operasyon: Biryara biçavkirina 168 kesî hat dayîn
    Li Stenbolê êrîşî çayxaneyekê kirin
    Li Stenbolê metirsiya bombeyê
    Barzanî û Tillerson îro li Stenbolê tevlî Kongreya Petrol a Cihanê dibin
    Li Stenbolê li 32 navçeyan operasyon: 57 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Operasyona bertîlxwarin a Stenbolê, Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Sûcên Organîzê yên Stenbolê, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de