20:09 22 Îlon 2017
Zindî
    YPG

    Erdogan bo guhertina navê YPGê daxuyanî da

    © AFP 2017/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 167 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser guhertina navên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) got: "Hûn tabeleyê biguherin çi ye û neguherin çi ye? Em baş dizanin di hundir de çi heye."

    Artêşa Tirkiyeyê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Recep Tayyip Erdogan beriya serdana xwe yê bo welatên Kendavê civîna çapameniyê li darxist û bersiva pirsên rojnamevanan da.

    Recep Tayyip Erdogan li ser pirsa derbarê Amerîkayê pêşniyar kiriye ku YPGê navê xwe biguhere de wiha got: "Ha Elî û ha Welî. Tiştek nayê guhertin. Hûn tabeleyê biguherin çi ye û neguherin çi ye? Em baş dizanin di hundir de çi heye. Her du jî heman tiştin. Diyar e ew li ku derê ciridan diavêjin. Jixwe Tirkiyê bi îsrixbarata xwe wan dişopîne. Em dizanin kokartên bi çengên wan ve çi ne û herwiha em dizanin kî ne kokartên rêxistina terorist bi xwe dikin. Divê dost hevdu nexapînin."

    'ME PÊŞNIYAR KIR KU NAVÊ XWE BIGUHERÎNE'

    Doh di çapameniyê de cih girtibû ku Fermandarê Hêzên Taybet ên Amerîkayê General Raymond Thomas gotiye, ji ber ku Tirkiye YPGê girêdayî PKKê dibîne wan pêşniyara guherandina nav li YPGê kiriye û wan jî navê xwe wek Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) guherandiye.

    Thomas diyar kiribû: "Guhertina navê wan gelek baş bû çimkî dixwestin beşdarî hevdîtinên Cinêv û Astanayê bibin ku pêşeroja Sûriyê tê gotûbêjkirin. Di bin bane PKKê de dê ti caran li ser masayê gotûbêjan neban. Bi bikaranîna peyva `demokratîk` helwestek aqilanê ye û wê yekê hinek îtibara wan zêde kir."

    'BILA TI KES JI NÛÇEYÊN ÇAPAMENIYA TIRK BAWER NEKE'

    Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd jî li ser vê yekê destnîşan kiribû ku çapemeniya Tirk nûçeyên şaş û derew parve dikin û wiha pêde gotibû: "Hêzên YPGê ne pêkhateyeke ku tenê nav guhertibe. Divê ti kes ji nûçeyên çapemeniya Tirk a bê bingeh û derew bawer neke."

    Bi heman mijarî:

    YPGê nasnameya 3 şervanên biyanî yên li Reqayê can dane eşkere kir
    Tirkiye êrişî YPGê kir: Mirî û birîndar hene
    Balafirên şer bi şaşî çeperên YPGê bombebaran kirin: 30 mîrî
    'Balafirên şer ên tirk çeperên PKKê û YPGê bombebaran kirin'
    Fermandarê Amerîkî: Me xwest, YPGê piştî rojekê navê xwe guhert
    Etîketan:
    nav, guhertin, YPG, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de