13:48 26 Îlon 2017
Zindî
    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

    HDP: Em li benda rakirina Rewşa Awarte nasekinin, em dertên qadan

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Cîgirê Koma HDPê Ahmet Yildirim ragihand ku AKPê dê Rewşa Awarte raneke û dê ew jî li benda "Rakirina Rewşa Awarte nesekinin. Bi hemû dînamîkên civakî re têkoşîna vê yekê bidin. Deklerasyona me yê li Stanbolê bo vê start bû. Ji îro pêve dê HDP xeta dijberiya li qadê bişopîne."

    Ahmet Yildirim di civîna çapameniyê ku li Parlamnetoya Tirkiyeyê li dar xist de got: "Min ciwaniya xwe bi Rewşa Awarte derbas kir. Dema Rewşa Awarte hat ragihandin min li Amedê lîse qedandibû, dema hat rakirin kî min doktorayê temam kiribû. Ev tewdîr tu wext mîna îro tundî nebû."

    Yildirim diyar kir ku bi Rewşa Awarte 110 hezar kes hatine îxraçkirin û wiha pê de çû: "Rewşa girtiyên siyasî, tayînên qeyûman, ji 50 hezarî zêdetir girtî, girtina 180 saziyên çapameniyê, girtina 156 rojnamegeran, girtina komeleyan, destdanîna ser mal û milkan, civandina pirtûkan… Ev jimar di tu heyamên derbeyê de nehatibûn jiyandin."

    Bi heman mijarî:

    HDP beşdarî mîtînga meşa edaletê dibe
    HDP beşdarî ‘meşa edaletê' bû
    Parlamentera HDPê hat desteserkirin
    Ji bo 2 parlamentarên HDPê biryara girtinê hat derxistin
    Dadgehê salek û 3 meh cezayê hepse li parlamneterê HDPê birî
    Etîketan:
    rakirin, rewşa awarte, HDP, Ahmet Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de