23:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyê TBMM

    Parlamentarê AKPê: Zarokê cîhadê nizanibe, tiştekî ji matematîkê fêm nake

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 52 0 0

    Parlamentarê AKPê yê endamê Komîsyona Perwerdehiya Milî ya Parlamenê Ahmed Hamdî Çamli, bersiv da nîqaşên bicihkirina ‘dersa cîhadê’ di mufredata perwerdehiyê de.

    Çamli pêşnûmaya mufredata perwerdehiyê ya xwendekarên pola 6an a dibistanê nirxand û li ser rexneyên muxalefetê yên derbarê bicihkirina ‘dersa cîhadê' di mufredatê de got, "Ger nimêj stûna olê be, cîhad jî çadira wê ye. Çadira bê stûn bi kêra tiştekî nayê. Ti fêdeya fêrkirima matematîkê (jimaryarî) ji zarokê ku cîhadê nizanibe re nîne."

    Li gor nûçeya Fatmanur Boylu ya Haberturkê, pêşnûmaya mufredata perwerdehiyê dê heta 31ê Tîrmehê ji pêşkeşkirina nêrînan re vekiribe û dê pêşniyar li Wezareta Perwerdehiyê bên kirin.

    Endamê CHPê yê Komîsyona Perwerdehiyê li Parlamenê Metîn Lutfî Baydar jî li ser bicîkirina dersên olî di pêşnûmaya mufredatê de wiha axivî: "Bi lîstina rêzikên îslamê re, hewil didin ji xwe re nifşekî kîndar yanî hilbijêran çêdikin. Em xweşbîniya xwe ji dest didin."

    Dekanê Fakulteya Îlahiyatê yê Zanîngeha Enqerê Prof. Dr. Îsmaîl Hakki Unal jî destnîşan kir, "Li gor hedîsa pêxemberê me, cîdad di nav 5 îbadetên diyarkirî de cî nastîne. Dibe ku ev yek şaş were fêmkirin. Ev guhertina mufredatê baş çênebûye. Cîhad mijareke ku bi awayekî cuda were nirxandin e."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Peymana kêmkirina rageşiyê li Gutaya Rojhilat, hat îmzekirin
    MAKS 2017ê di roja 5an de deriyê xwe ji mêvanan re vekir
    ‘Rewşa 2 rêveberên PDK-Sê li girtîgehên Rojava di metirsiyê de ye’
    Demirtaş kuştina mamoste Necmettin şermezar kir: Nahletê li wan tînim
    Cerdevanan li Amedê bi çekan êrîşî malbatekê kir: Gefa kuştinê didome
    Li Afganistanê êrîşa DYAyê: 16 polîs hatin kuştin
    Etîketan:
    TBMM, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de