05:55 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Şer - Pevçûn - Cerdevan - Operasyon - Êrîş - Êrîşa Çekdarî

    Cerdevanan li Amedê bi çekan êrîşî malbatekê kir: Gefa kuştinê didome

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 263 0 0

    Li navçeya Pasûrê ya Amedê cerdevanan bi çekan êrişî malbata Şen kir û ji mirinê rizgar bûn. Endamên malbatê ji Spûtnîkê re ragihandin ku hîn gefên kuştinê li ser wan berdewam dikin.

    Endamên malbata Şen ji mirinê xilas bûn. Malbata Şen li nexweşxaneyê jî rastî êrişa cerdevanan hat û gilî kirin, lê tu encam bi dest nexistin. Malbata Şen dîyar kir ku ewlehîya jiyana wan tune ye.

    Li navçeya Pasûrê ya Amedê cerdevanan êrişî ser malbatekê kir û endamên malbatê di êrişê de ji mirinê xilas bûn. Li gorî agahiyên hatin destxistin li gundê Xweşika yê girêdayî Pasûrê di meha Nîsanê de jinek ciwan bi dilê xwe revîya ba welatiyê bi navê Halit Şen yê ku li gundê Emerka rûdinê.

    Piştî 10 rojan pismamê Halit, Kazım Şen û kurê xwe li ser rêya Farqinê ji aliyê biriyê jina ciwan yê cerdevan û pismamê wê ve hatin rawestandin û Şen û kurê wî bi çekan birîndar kirin. Kur û bav rakirin nexweşxaneyê û herdu jî ji mirinê xilas bûn.

    Li Pasûra Amedê malbatek rastî êrîşa cerdevanan hat
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Li Pasûra Amedê malbatek rastî êrîşa cerdevanan hat

    ‘LI NEXWEŞXANEYÊ Jİ ÊRIŞ KIRIN'

    Kazim Şen têkildarî bûyerê agahî da û anî ziman ku êriş di hindirê nexweşxaneyê de berdewam kirîye.

    Şen wiha axivî: "Piştî êrişê dermankirina min dewam dikir. Dema ez çûm nexweşxaneyê ji êrişkaran Cahit Koçağa hat gef li min xwar û dîsa êriş kir. Piştî êrişê ez çûm qerekolê û min gilî kir. 3 meh derbas bûn, lê hêj ji bo îfadeyê bang li van kesan nekirine. Ev kes dixwazin me bikujin, lê ji bo îfadeyê bang li wan nakin. Kî wan diparêze?"

    ‘BI SEATAN ÎŞKENCE LI KURÊN MIN KIRIN'

    Şen diyarkir ku jina ciwan bi dilê xwe hatîye, lê malbata wê dibêjin "Revandine" û êriş dikin.

    Şen wiha berdewam kir: "Êdî em nikarin ji mala xwe derkevin û kare xwe bikin. Kurê min Hamza û Muhammed jî dema çûn ajala bînin rastî êrişa 10 kesê ji vê malbatê hatin û bi seatan îşkence li wan kirin û perê ser wan jî ji wan girtin û dest danîn ser ajalên me. Dîsa ez çûm qerekolê û min gilî kir, lê tu encam derneket. Ewlehîya jiyana me tune ye. Ew kes bi çekên dewletê êrişî me kirin, lê hêj ji bo îfadeyê bang li wan nekirine."

     

    Bi heman mijarî:

    Berdevka nû ya Koşka Spî diyar bû
    Ji bo seroktiya Goranê 4 namzed diyar bûn
    Pûtîn pêşniyaza xwendekarekî ya 'otomobîla bê ajovan' red nekir
    Li Afganistanê êrîşa DYAyê: 16 polîs hatin kuştin
    Amerîkayê ultîmatom da Îranê: Zû wan berdin
    Fermandarê Amerîkî: Me xwest, YPGê piştî rojekê navê xwe guhert
    Festîvala navnetewî ya şerabê destpê kir
    Etîketan:
    Pasûr, Cerdevan, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de